Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît 2017-12-09 09:42:55 ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û xwest Komkujiya Roboskiyê bê lêkolînkirin. Lê, Serokatiya Meclîsê peyva "komkujiyê" ya di pêşniyaznameyê de wek peyveke "qebe" û "tehl" nirxand û hêjayî lêpirsînê nedît.  Serokatiya Meclîsê pêşniyaznameya der barê lêkolînkirina Komkujiya Roboskiyêde  hatibû berpêşkirin bêyî ku der barê wê de hin kirarî û muameleyan bide destpêkirin îade kir.    Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bi îmzeya 21 parlementerên HDP'î der barê Komkujiya Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de pêk hatibû û 34 zarok jiyana xwe ji dest dabûn, pêşniyaznameyek berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribû. Di pêşniyaznameyê de hat daxwazkirin ku bi awayekî berfireh Komkujiya Roboskiyê bê lêkolînkirin û kiryarên wê yên rastîn bên aşkerekirin. Lê belê Serokatiya Meclîsê bêyî ku der barê pêşniyaznameyê de muameleyekê bike pêşniyazname îade kir. Lê belê ji bo vê jî hinceteke skandal nîşan da.    Di hinceta îadeyê ya bi îmzeya Serokwekîlê Meclîsê Ahmet Aydin li Îrmezê hat vegerandin de, hat destnîşankirin ku peyva "komkujiyê" "qebe" û "tehl" e. Di nivîsa îadeyê de hat diyarkirin ku di madeya 67'emîn a Tuzuka Hundurîn a Meclîsê de tê gotin ku heke di nivîs û pêşniyaznameyan de peyvên qebe û tehl hebin, ew nivîs û pêşniyazname li xwediyên xwe tên vegerandin.    MA / Hayri Demir