Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin 2019-12-23 10:48:12 NAVENDA NÛÇEYAN – Astengdarê ker û lal Ahmet Kisa ji bo dayika azadiya dayika xwe Elîf Kisa ya girtî kampanya dide destpêkirin û xwest her kes bibe piştevanê “dengê wan nîne” û xwest kes ji kampanyayê bêpar nemîne. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Elbîstana Mereşê Elîf Kisa û Alî Kisa yên hevjînên hev di 3’yê Kanûnê de hatibûn girtin. Di 6’ê Kanûnê de li ser îtîraza hatibû kirin Alî Kisa hat berdan. Lê îtîraza ji Bo Elîf Kisa hat redkirin. Elîf Kisa bi angaşta “pere ji vasiyê xwe re şandiye girtîgehê” li ser gotinên “şahidê nepen” hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê tê ragirtin. Cara duyem ji bo Kisa îtîraza berdanê hat kirin û ev serlêdan jî hat redkirin .     Li pey Elîf Kisa, du zarokên wê yên ker û lal man ku astengdar in man. Du lawên Elîf Kisa yên ker û lal ji 3’ê Kanûnê ve tevî ku ker û lal in jî dengê xwe didin bihîstin û dixwazin dayika wan demildest were berdan.    Tevî hemû serlêdan û daxwazên malbatê jî Elîf Kisa ya 70 salî ku nexweş e jî nehat berdan û hêj girtî ye. Ev her du zarok bê dayika xwe nikarin bijîn û îdare bikin.    'EZ KAMPANYA WÎJDAN Û EDALETÊ DIDIM DESTPÊKIRIN’    Ji ber ku dayika wan nayê berdan li ser vê yekê Ahmet Kisa li ser medya civakî ragihand ku wî kampanya “Wîjdan û edaletê” daye destpêkirin. Kampanya îro saet di 20.00’an de li ser Twîtter û Facebookê dê were destpêkirin. Ahmet Kisa nivîsa ji bo kampanyayê amade kir bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir.    Daxuyaniya Ahmet Kisa yê di heman demê de ku wênesaz e û astengdarê ker û lal e wiha ye:   "Giyanên dildar!   Em du birayên astengdar in. Dayika me di 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de bi awayek neheq hat girtin. Ev 20 roj in em bê wê dijîn. Ez dixwazim dayika min û hemû girtiyên extiyar yên wek diya min nexweş demildest azad bimînin. Ez edaletek rasteqîn dixwazim. ‘Şahidê nepen’ hêncet e. Berê jî min bang kiribû. Ez dîsa banga xwe dikim. Delîl û îspatên xwe nîşan bidin. Nepeniya li ser dosyeyê rakin û bi gel re parve bikin. Dayika min tu tiştek qedexe nekiriye. Dayika min tenê aştî xwestiye. Digot bila ciwan nemirin. Mirovatiyê kir û hemû şefqata xwe da me. Bi ser bilindî min û kekê min li cem xwe gerand. Ew firreştîyek e lê di girtîgehê de ye.    BIÇÛK NEBÎNIN HEKE HÛN PARVE BIKIN WÊ MEZIN BIBE   Ez ji bo dayika xwe û hemû dayikên mezlûm li gorî derfetên destê xwe çalakiyên ferdî min kir. Ji destê min ewqas tê. Belkî yên vê çalakiyê biçûk dikin jî hene. Ji bo vê yekê ez dibêjim biçûk nebînin, heke hûn parve bikin wê mezin bibe.    Di serî de heta niha spasiyê xwe ji bo çapemeniya demokrat, her kesê di medya civakî de destek dane me û wekîlên me yên di Meclîsê de vê zilmê û girtina dayika min a melek anîn ziman pêşkêş dikim. Viya baş dizanibin desteka we, min û malbata min gelek şanaz kir û me jê moral wergirt. Lê ji bîra nekin dayika min a melek rastî zilma şahidê nepen hatiye. Dayika bi halê xwe yê nexweş û hêj di girtîgehê de ye. Ji bo vê yekê jî ez di medya civakî de kampanya ‘WÎJDAN Û EDALETÊ’ didim destpêkirin. Tenê ne dayika min rastî neheqiyê tê. Li her deverê bêedaletî heye. Kampanyaya ez ê bidim destpêkirin di şexsê dayikan min de ji bo hemû kesên rastî zimê hatine ye. Ez dixwazim her kes bi hêzdarî destek bide vê kampanya me. Ez bang li hemû partiyên siyasî dikim. Ji bo hûn ji vê zilmê re bêjin na tenê piçek wîjdan û însaniyet bes e. Ti taybetî ji jinan û wekîlên jin û ciwanên xwedî wîjdan û hemû bavan li benda destekê me. Vî dengî bibîhizin.    Ez di 23’ê Kanûnê de roja duşemê bi dema Tirkiyê saet di 20.00'an de li ser twîtter û facebookê kampanyayê didim destpêkirin. Bibihîzin, bidin bihîstin û destekê bidinê.”