Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne 2019-12-23 10:02:37 AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan a endama Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ye civîna ji bo yekîtiya kurdan li dar xistin nirxand û got: “Jinên kurd êdî perçebûna gelê kurd qebûl nakin. Jin dibêjin ‘bila kurd bibin yek, tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne.” Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî duh bi minasebeta duyemîn salvegera damezrandina Platformê li Amedê civiyan. Gelek endamên platformê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Jinan duh serê sibê heta êvarê li ser yekîtiya neteweyî ya kurd nîqaş û axaftinan kirin. Yek ji damezrînerên Platoformê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan têkildarî civîn û yeketiya neteweyî ya kurd ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    Gokkan diyar kir ku yekitiya kurdan di vê demê de dermanê azadiyê ye û wiha got: “Em wek jinên kurd xwe ji bo yekitiya kurdan berpirsyar dibînin. Du sal berê me Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ava kir. Di du salan de xebatên yekitiya kurdan û jinan tê kirin. Em li ser rê û rêbazên yekîtiya kurdan xebitîn. Ji bo ku êdî yekitî û azadiya kurdan ji berjewendiyên hemû sazî û dezgehan bi qiymettir e.”    ‘DIVÊ ÊDÎ SAZÎ Û DEZGEHÊN KURDAN BIBIN YEK’   Gokkan destnîşan kir ku ew wek jinên kurd dixwazin rêbertiyê ji yekitiya kurdan re bikin û wiha axivî: “Em bangî li hemû parçeyên Kurdistan dikin. Heke yekitiya kurdan çênebe. Perçebûna Kurdistanê dê vê carê bibe heşt an şazdeh perçe. Ji bo wê em bi lezgînî bangî hemû sazî û dezgehên Kurdistanê dikin. Destekftiyên li Rojava ji bo kurdan hemû ne. Destkeftiyên li Başûr jî yên kurdan hemû ne. Destkeftiyên sazî û dezgehên azadiya jinan ên li Bakur jî destkeftiyên Kurdistanê ne. Li Rojhilat azadiya me tê daliqandin. Heke kurd di ve demê de yekitiya xwe ava nekin, bila behsa azadiyê û Kurdistanê nekin. Bê yekitî ne Kurdistan çêdibe ne azadî çêdibe. Bi hezar caran ev tecrube di serê me de derbas bûn e. Her carê êrişî jinên kurd dikin. Heke Kurdistan kiribin çar perçe dixwazin jinan bikin 8 perçe. Li dijî parçekirinê jinên kurd li ber xwe dan û li cîhanê şoreş pêk anîn. Ji ber vê yekê divê sazî û dezgehên kurdan vê serkeftinê bibînin û bibin yek.”   ‘FIKR Û RAMAN CUDA DIBE LÊ KURDISTAN CUDA NABE’   Gokkan bal kişand ser fikr û ramanên kurdan û wiha got: “Fikr û raman cuda dibe lê kurd bûn cuda nabe. Em bangî li hemû sazî û dezgehên Kurdistanê dikin; her çar aliyên Kurdistanê hewceye yekitiyê ava bikin. Me dît ku bê yekitî azadî nabe. Çawa ku destkeftiyên me hemû ji bo Kurdistanê ne, êriş li kîjan perçeyî bibe ew jî perçekirina Kurdistanê ye. Heke em li dijî vê perçekirina Kurdistanê berxwedaneke xurt nedin û yekitî çênekin bila tu kurd nebêjin cihê min rehet e û ez li cihê xwe me kes bi min tiştekê nake. Ev xeyal çû derbas bû. Ji bo ku sedsala 21’emîn de îtîbar û berxwedana kurdan têkoşîna jinên kurd a ku li cîhanê deng daye, heke zîhnîyeta mêrê kurd îro yekitiyê çêneke wê demê neyartî bi têkoşîna jinên kurd re dike. Em êdî binê wê wisa xêz dikin û dibêjin yekîtî.”   ‘HEVRÎN XELEF DI CIVÎNÊ DE BU SEMBOLA YEKITIYA JINÊN KURD   Gokkan destnîşan kir ku tevahiya civînê li ser mijarên yekîtiyê nîqaş kirine û got: “Hemû jinên kurd ên ku ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê ji metropolên Tirkiyê yên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mêrsînê wek delegasyon hatin, hemûyan denge xwe li vir kir yek. Gotin ku ‘em bang dikin bila kurd bibin yek êdî perçebûna kurdan nayê qebûl kirin. Tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir tune ye.’ Bi van hestan niqaş dewam kirin û hemû rumetiyên kurdan mesele Hevrîn Xelef di vê civîna me de wekî semboleke ku yekitiya jinên kurd ku netewa kurd li ser ava bibe hat axaftin. Ji bo ku ji aliyên hêzên paramîlîter ve hat kuştin. Hezên paramîlîter yên weke Sakîneyan, weke Sêvêyan û weke Hevrînan qetil dikin. Wê demê pewîste ku yekitiya kurda li dijî vê bibe yek û berfireh bibe û hemû bi hevre hembêz bikin. Em êdî wek jinên kurd perçebûnê qebûl nakin.”   MA / Fahrettîn Kiliç – Arjîn Dîlek Oncel