Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe 2019-12-23 09:02:07 MÊRSÎN - Mahmut Karabulut ê 8 mehan hat girtin û darizandin û piştre beraet kir, ji ber neheq hat girtin û rastî îşkenceyê hat, serlêdana sûc kir û 2 salin ji bo mafê xwe yê hiqûqî têdikoşe.  Mahmut Karabulut di sala 2016'an de li Mêrsînê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" hat binçav kirin. Karabulut piştî 8 rojan di bin çavan de ma, sewqî edliyê kirtin û dadgehê jî biryara girtinê da. Piştî biryara girtinê ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. Karabulut, piştî hat girtin li girtîgehê rastî lêdan û îşkenceya gardiyanan hat. Karabulut, anî ziman ku 40-50 gardiyanan bi ser odeya wî de girtiye û bi zorê parê wî jêkirine. Karabulut piştî demekê girtî ma, sewqî Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê kirin. Karabulut, piştî 8 mehan ku girtî ma û rastî îşkenceyê hat, ji doza jê dihat darizandin beraet kir.    Di sala 2017'an de serî li 3'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrsînê da û bi hinceta rastî lêdana 6 gardiyanan hatiye xwest doz bê vekirin. Dîsa bi heman sedemê Serî li Wezareta Dadê da. Karabulut, ku serî li dadgehê û Wezareta Dadê da, 2 sal derbas bû hêj tu bersîv negirtiye. Karabulut, anî ziman ku têkoşîna wî ya hiqûqî têkoşînek demokratîk e û heta encam bistîne dê têkoşîna xwe berdewam bike.    MA / Ergîn Çaglar