ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN 2019-12-23 09:00:33 *  Di ser operasyona li dijî siyasetmedar û şaredarên Kurd ên destê wan kelepçe kirin û rêz kirin re 11 sal derbas bû. 11 sal berê şaredar û siyasetmedarên Kurd destê wan kelepçe kirin û wêneyê wan parve kirin. Têkildarî mijarê Prz. Muharrem Erbey, diyar kir ku zilma duh û îro nehatiye guhertin û wiha got: "Hişmendî nehatiye guhertin. Destê siyasetmedarên kurd duh jî kelepçe kirin û îro jî kelepçe dikin."    * Derûnas Bûrcû Soyak, rewşên derûnî yên dibin sedema cinayetên jinan nirxandin û got: "Tevdîrnegirtina ji bo cinayetên jinan, ji ber pergala patrîarkalê ye ku naxwaze îktîdar ji dest derkeve".    *  Mahmut Karabulut ê 8 mehan hat girtin û darizandin û piştre beraet kir, ji ber neheq hat girtin û rastî îşkenceyê hat, serlêdana sûc kir û 2 salin ji bo mafê xwe yê hiqûqî têdikoşe.    * Karker Ercan Îlter ê ji Amedê koçî Antalyayê kiriye û li vir ji ber xizaniyê li kolanan xurde kom dike û debara xwe dike, hem ji kriza aborî hem jî ji çavên li ser xwe bêzar e.    * Dadgehê kuştina Mehmet Sadik Bozderî yê 54 salî ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema di qedexeya derketina kolanan de li mala xwe ji aliyê esker û polîsan ve hat kuştin, hiqûqî dît.    * Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Salîm Kaplan, diyar kir ku AKP bi qeyûman pergal û rejîmek nû ava dike û wiha got: "AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze rejima nû ava bike."    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, beriya civîna Meclîsa Jinan a li Navenda Giştî ya HDP'ê li dar bixe, dê der barê geşedanên di rojevê de nirxandinan bike. (10.00)   * DÎSK dê di bi daxwaza meaşê herî kêm 3200 TL be li ber Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê daxuyaniyê bide çapemeniyê. 12.00   *  Rêxistinên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Edene û Îzmîrê, dê li dijî krîza aborî û feqîriyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)    * Saziyên mafên mirovan yên weke ÎHD, ÇHD, OHD, SES, ÎHGD, Înîsîyatîfa Maf, Federasyona Şoreşgerên 78'an, TÎHV û Odeya Tebîban dê di derbarê îşkenceyên li Emnîyeta Enqereyê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 12.45