Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt 2019-12-22 22:22:31   STENBOL - Li navçeya Bahçelievler a Stenbolê zilamê 42 salî Rached H. hevjîna xwe ya 52 salî Mazouzi Fatiha kuşt.    Li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê Rached H. ê 42 salî ku ji Cezayirê ye, hevjîna xwe ya 52 salî Mazouzi Fatiha kuşt. Rached H. serê sibê li taxa Şirinevlerê hevjîna xwe Mazouzi Fatiha kuşt û teslîmî polîs bû. Piştî bûyerê ambulans hat cihê bûyerê Mazouzi Fatiha rakirin Morga Saziya Tipa Edlî. Rached H. jî teslîmî polîsan bû.