ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî 2019-12-22 18:01:43 STENBOL - ANYAKAY-DER'ê ji bo 10 endamên PKK'ê yên cenazeyên wan ji Goristana Xerzan a Oleka Jor derxistin û şandibûn ATK'ê, piştî, piştî testa DNA diyar bû û hestî teslîmî malbatan hatin kirin, li Stenbolê şîn danî.    Eskeran bi fermana dozgeriya Komarê ya Bedlisê di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên endamên PKK’ê, bêyî agahiyê bidin malbatan ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor derxistibûn û ji bo testa DNA'yê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di nava demê de 5 cenaze teslîmî malbatan kirbûn. 262 cenaze jî bi sedema testa DNA ne diyare di Adara 2019’an de li Goristana Kilyos a Sariyerê defin kiribûn. Piştî cenaze birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û 5 malbatan cenazeyên xizmên xwe girtin, 30 malbatên din jî bi armanca DNA diyar bibe serî li Saziya Tipa Edlî dan. Ji 30 malbatan testa 11 malbatan a DNA û cenazeyan li hev hatibûn. 11 malbatên testa DNA diyar bû serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û dozger biryar da ku cenazeyan bidin malbatan. Malbat piştî vê yekê ewraqên xwe birin û serî li Midûriyeta Goristana Zincirlikuyu dan û ji wir derbasî Goristana Kilyos a Bêkesan bûn. Ji 11 malbatan 10 malbatan cenazeyên zarokên xwe girtin. Cenazeyê Huseyin Doner jî bi hinceta ewraq kêm in û hêj ewraq negihiştine destê rayedaran teslîmî malbatê nekirin.     Piştî ATK'ê cenaze teslîmî 10 malbatan kir û malbatan hestiyê cenazeyên zarokên xwe li warên wan spartin axê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) li Stenbolê şîn danî. ANYAKAY-DER'ê li avahiya HDP'ê ya Bagcilar a Stenbolê şîn danî û sersaxiyan qebûl dike. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek rêveber û endamên HDP'ê tev li şînê bûn.    Cenazeyên teslîmî malbatan hatin kirin wiha ne: Ferhat Can (Ferhat Garzan), Burhan Altıntaş (Numan Tatvan), Fedakar Turan (Vecip), Faysal Bingol (Herekol), Mehmet Reşit Karakoç (Gabar) û Necla Karabay (Zekiye) li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê defin kirin. Cenazeyên Ahmet Doner (Edip) û Behzat Yildirim li navçeya Hîzanê ya Bedlisê li Kanî Garzan defin kirin. Cenazeyê Muzeyyen Gordegirî (Berivan) li Êlihê û cenazeyê Nadire Elma jî li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin kirin.    Cenazeyên 252 kesan jî li benda serlêdana malbatan in.