Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir 2017-12-09 09:22:52 STENBOL -  Dozgeriyê der barê Cem Koç ê di 17'ê Çileyê de li Stenbolê hatibû binçavkirin îdianame amade kir. Dozger helwesta Koç a li muduriyeta polîsan a parastina mafê bêdengiyê wek "Helwesta rêxistinî" pênase kir.  Cem Koç di 17'ê Çileya 2017'an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştî 14 rojên binçavkirinên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin û bi awayekî darizandina negirtî hat berdan. Piştî nêzî salekê şûnde Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Koç de îdianame amade kir. Îdianame li ser îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Li ser xwe peydakirina çek û guleyên wê" hat amadekirin. Koç li muduriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîbû, lê belê di îdianameyê de ev yek wek "tewrekî rêxistinî" hat wesifandin.     Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Koç kadroyê çiyê yê rêxistinê ye û hatiye Stenbolê û her wiha pirtûkên ku di dema avêtina ser malê de li mala Koç a li Bahçelîevlerê hatin desteserkirin jî wek delîl hatin hesibandin. Di nav pirtûkên wek delîl hatine hesibandin de pirtûkên dîroka kurdan, ên der barê ziman û erdnîgariyê û belgeyên olî û her wiha pirtûka "101 Soruda Kurtler" jî cih digire. Pirtûka “Şırnak Yanıyor” ku têde behsa qewimînin di sala 1992'yan de li Şirnexê çê bûn tê kirin jî wek delîl hat hesibandin. Delîla din jî ew e demançeyeke qurîskî û 7 guleyên wê ne ku di dema avêtina ser malê de hat desteserkirin.    MAFÊ BÊDENGIYÊ JÎ SÛC E!   Lê belê di îdianameyê de tişta herî ecêb jî ew e ku ji ber Koç li muduriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar aniye, ev yek di îdianemyê de wek "tewreke rêxistinî" hatiye wesifandin.    Wê danişîna dozê di 24'ê Gulana 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 37'emîn a Stenbolê pêk bê.