Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye 2019-12-22 11:42:21   AMED - Şaxa Cemxane û Çandê ya Pir Sultan Abdal a Amedê 14 meh in ceyrana wê hatiye qutkirin û di tariyê de ye. Serokê Cemxaneyê Cafer Koluman, anî ziman ku cemxane cihê îbadetê ye û xwest ji fatûra ceyranê muaf bê girtin.    Şaxa Cemxane û Çandê ya Pir Sultan Abdal a Amedê li Navçeya Rezan a Amedê di 25'ê Kanûna 2011'an de bi merasimekê hat vekirin. Lê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (Dicle Elektrik Dağıtım A.Ş.) ji ber ku fatûre nedaye ceyrana cemxaneyê qut kir. DEDAŞ'ê di sala 2018'an de ceyran qut kir û 14 mehin cemxane bê ceyran di tariyê de ye.  Serokê Cemxaneyê Cafer Koluman, anî ziman ku cemxane cihê îbadetê ye û xwest ji fatûra ceyranê muaf bê girtin. Koluman, anî ziman ku cihên îbadetê yên wekî mizgeft, dêr, cemxane û  cihên din ji fatûreyan muaf bên girtin û wiha got: "4 sal û nîvan ne me pereyê ceyranê da û ne jî fatûre hat. Lê di Cotmeha 2018’an de c eyrana cemxaneyê qut kirin. Me der barê DEDAŞ'ê de gilî kir û doz vekir. Doz li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye hat vekirin. Em dixwazin demek berî demekê ev muxdûriyet bi dawî bibe.    MA / Arjîn Dîlek Oncel