Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin 2019-12-22 10:04:06   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di sala 2019’an de  bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin 100 caran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê tenê 5 caran bersîv girtin û çûn li Îmraliyê hevdîtin kirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe 20 sal in di yek hucreyê di tecrîda giran de tê girtin. Ocalan di salên  1999-2010'an de bi parêzer û malbatên xwe re dem dem hevdîtin kirin. Piştî 2010’an û şûnde rastî tecrîdkirina giran hat. Ji sala 2011’an heta 2019’an bi temamî hevdîtina parêzeran ji ser wî ha qutkiriun. Di 20 salan de li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek tiştên girîng qewimîn. Li gelek welatên Rojhilata Navîn rejîm guherîn, dîktator hatin hilweşandin. Lê belê Ocalan û PKK'ya ku dihat xwestin bên tasfiyekirin li Rojhilata Navîn tesîreke mezin li siyasetê kirin û her diçe bi awayekî xurtir hebûna xwe didomînin.    Di 1'ê Îlona 1998'an de PKK'ê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin agirbesteke yekalî ragihand. Di heman dîrokê de li Tirkiyeyê jî tiştên girîng diqewimîn. Di 17'ê Îlonê de li Washîngtonê PDK, YNK û DYA civînek çê kirin û aşkere bûbû ku di vê civînê de Rêveberiya Kurdistana Başûr û Tirkiyeyê li hev kirine. Girêdayî vê wan çaxan rayedarên Tirkiyeyê jî ji bo mudaxilekirina Sûriyeyê gef dixwarin. Di 19'ê Cotmehê de li Edeneyê Tirkiye û Sûriye mutabqatek îmze kirin. Metna vê mutabaqatê di 20'ê Cotmehê de hat ragihandin. Di mutabaqata Sûriye û Tirkiyeyê hikma "Niha Ocalan ne li Sûriyeyê ye û wê ji niha û pê ve nikaribe bê Sûriyeyê" hebû.    Piştî gelek hêlên komployê ketin dewrê, Ocalan biryar girt ku ji Rojhilata Navîn derkeve û di 9'ê Cotmehê de berê xwe da Atînayê. Piştî Ocalan daket balafirgeha Atînayê, gava dît rayedarên yewnanî ne li ser soza xwe ne, ji wir berê xwe da Moskowayê. Ocalan 33 rojan li Rûsyayê ma û gava li wir bû ji Rûsyayê doza hêwirandina siyasî kiribû. Di 4'ê Mijdarê de Meclîsa Dûma ya Rûsyayê, 298 parlemneter, ji bo mafê hêwirandinê esas bê girtin pêşnûmayek amade kiribû û pêşnûma hatibû qebûlkirin. Lê li ser navê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Madeleîne Albrîght, berdevkê wî James Rûbîn daxuyandibû ku ew bi tu awayî mafê hêwirandinê qebûl nakin. Di vê serdemê de bi rêya IMF'ê 8 milyar dolar kredî dabûn Rûsyayê û Tirkiyeyê jî projeya Mavî Akimê dabû Rûsyayê.  Ocalan, di 12'ê Mijdara 1998'an de bi balafirê çû Îtalyayê. Her çend Îtalyayê gotibe ew ê qebûl bikin jî, lê belê gava Ocalan çû Îtalyayê biryara girtina wî hatibû girtin. Piştî biryara girtinê Serokê Hikûmeta Îtalyayê Massîmo D'Alema, daxuyandibû ku ew ê Ocalan radestî Tirkiyeyê nekin, çimkî li Tirkiyeyê cezayê mirinê heye û ew ê li gor qanûnên xwe wî bidarizînin. Her çend li Almanyayê jî derbarê wî de biryara girtinê hatibû girtin, wê demê saziyên darazê yên Almanyayê bilez û bez li hev kom bûbûn û bi hinceta "demboriyê" diyar kiribûn ku doz betal bûye, loma ew Ocalan naxwazin.    GELÊ KURD Û DOSTÊN KURDAN TEV GERIYAN    Gava ev tişt diqewimîn li Ewropayê jî bi deh hezaran kurd û dostên wan ber bi Romayê ve meşiyabûn û dest bi çalakiyên xwedîderketina li Ocalan kiribûn. Bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dor Ocalan bûbûn xelekeke ji êgir.    Ocalan, di 6'ê Çileya 1999'an de ji Romayê dekret. Lê gava Ocalan li Îtalyayê bû pirsgirêka kurd û PKK bûbûn rojeva sereke ya Ewropayê û ji bo çareserkirinê gelek tişt bûbûn rojev. Lê belê dewleta Îtalî, li hundur ji ber zextên muxalefeta rastgir û li derve jî ji ber zextên DAY û Tirkiyeyê bi paş ve gav avêtibûn. Li ser vê careke din li ser welatekî din hûr bûbûn. Ji xwe Ocalan gotibû "hebûna me ji bo Ewropayê giran hatiye" û bi vê gotinê diyar bûbû ku wê rotaya vê carê ne welateke Ewropayê be. Ocalan dîsa berê xwe dabû Rûsyayê.    TECRÎDEKE 6 ROJΠ   Gava Ocalan hat Rûsyayê, bereksê tiştên hatibû gotin Rûsyayê aşkere kiribû ku ew ê Ocalan qebûl nekin. Biryar hatibû girtin ku di ser Ermenîstan û Karabaxê re berê xwe bide Kurdistanê. Lê belê gava li balafirê siwar bûbû rota bi awayekî derkontrolî berê xwe dabû devereke din û Ocalan danî Dûşanbeyê. Ocalan ji bo wan rojan dibêje: "Eger biqîriyama wê kes nebihîstana, ez bimirama wê kes cesedê min nedîtana." Ji van gotinan jî kifş e ku 6 rojan hatiye tecrîdkirin. Di 26'ê Çileyê de berî ji Dûşanbeyê derkeve, sîxurên KGB'ê gef lê xwarine û jê xwestine ji welatê wan derkeve. Di vê navberê de Mahîr Welat û Mecît Mamoyan ji bo Ocalan biçe Moskowayê hewl didin wî qaneh bikin. Ocalan, di daxuyaniyeke xwe yê piştî çend salan ji bo Mahîr Welat dibêje: "Gava li Romayê bûm min rola Mahîr Welat a di komployê de fam kiribû, lê ji ber di dest min de delîleke berbiçav tunebû min ev gumana xwe neda der. Şaşiyên dîrokî yên Mahîr û dostê wî mecît hene."    Piştî Ocalan dibîne nikare li Rûsyayê bimîne vê carê dîsa berê xwe dide Yûnanîstanê. Piştî naxwazin Ocalan li Yûnanîstanê bimîne, vê carê Ocalan Hollandayê pêşniyar dike. Ocalan, ji bo biçe dadgeha navneteweyî Hollanda hilbijartibû. Wê balafir Ocalan ji Atînayê bibirana bajarê Mînskê yê Rûsyayê û wê ji wir jî balafireke din wî bibirana Laheyê. Her wiha gava Ocalan di 30'yê Çileyê de çû Rûsyayê tiştek din jî qewimîbû. Li Davosê Forûma Aboriyê ya Cîhanê pêk hatibû û di forûmê de di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov û şîrketên petrolê yên DYA'yî de rewşa Ocalan bûbû bazara wan.    BERÊ BALFIRÊ KETIBÛ KENYAYÊ    Lê belê gava balafir li balafirgeha Mînskê dadikeve, balafira ku dê biçûna Leheyê nexuyabû. Çimkî Hollanda û Rûsya li balafirgehên xwe destûra balafiran nedabûn. Li ser vê Ocalan mecbûr mabû dîsa biçe Yûnanîstanê û ji ber zextan vê carê bi heman balafirê çû Girava Korfûyê. Li Korfûyê bi muameleyeke girtiyan nêzî Ocalan dibin û nehiştibûn ji giravê biçe. Gava Ocalan li Girava Korfûyê bû, îstixbaratvan Savas Kalenderîdîs çûbû cem Ocalan, ji Ocalan re gotibû: "Ez bi Pangalos re axivîm. Dawa lêborînê dike. Me çareyek dît." Bi vê re dibêje ew ê berê rotayê bidin welatên Afrîkayê. Ocalan pêşî vê planê qebûl nake, paşê mecbûr dimîne qebûl bike. Li gor planê wê Ocalan bibirana welatên Afrîkayê û wê ji wir jî wî bibirana Komara Afrîkaya Başûr. Lê belê di 2'yê Sibatê de berê balafirê ketibû Kenyayê.    WÎ REVANDIN BIRIN TIRKIYEYÊ    Gava Ocalan li Kenyayê bû, hatibû gotin divê demildest mala ku lê ye terk bike. Her wiha rayedarên Yûnanîstanê vê carê jî zext li balyozxanê kiribû ku Ocalan derxin an jê wê serî li rêyên bi darê zorê bidin. Wê çaxê Ocalan ji kesên li cem xwe re dibêje: "Ev der rawestgeha dawî ya komployê ye? Ocalan, gazî Şemsê Kiliç dike û dibêje: "Hewldana qirkirinê ya ku Tirkiye li gelê me ferz dike, dixwaze bi vê komploya di şexsê min de bi awayekî herî wehîm bi dawî bike." Di vê navbirê de piştî hevdîtina li Enqereyê komek tê avakirin û pisporên amerîkî komê dibe Antalyayê. Li Antalyayê sê personelên MÎT'ê yên pîlot û sê pîlotên balafira Cavît Çaglar hebûn. Kenyayê, di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan derî sînor bê kirin. Ocalan jî bi şertê ku dê biçe Hollandayê qebûl kir ku ji avahiyê derkeve. Lê belê wesayîta ku Ocalan dibir balafirgehê, ji nişkave ji konvoyê veqetiyabû û winda bûbû. Ocalan, di 15'ê Sibatê saet di 03:00'yan de revandin Tirkiyeyê.    Di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya hêzên navdewletî Ocalan radestî Tirkiye hat kirin. Di ser 15'ê Sibata 1999'an re 10 sal derbas bûn. Komploya navdewletî ku gelek pirs di mejiyan de hişt, piştî Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Îmraliyê hat girtin di parastina "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê" de gelek pirsên di aqilan de bersivand. Di sala 2012'an de piştî tecrîda giran bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê bi boneya tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe 68 rojan ketin greva birçîbûnê Piştî çalakiya 68 rojan deriyê îmraliyê vebû û "Pêvajoya çareseriyê" dest pê kir. Heyeta Ewil di 3'ê Çile de çû Îmraliyê. Piştî bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin, pêvajo ber bi aştî û aramiyê ve çû. Lê di sala 2015’an de Serokomar Erdogan diyar kir ku we maseyê nas nake û çareserî tune ye û dîsa tecrîdê dest pê kir. Tecrîda giran heta 2019'an berdewam kir. Di 7'ê Mijdara 2018’an de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Dadgehe diyar kir ku dest bi grevê dike û di 8'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Guven dest bi grevê kir, çalakiya grevê li hemû girtîgehan belav bû. Dema çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikir, di 12'ê Çile de Mehmet Ocalan bi dizî şandin îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê dîsa berdewam kir. Piştî çalakî belav bûn û bi israr berdewam kir, piştî 8 salan cara yekem parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Ocalan di hevdîtina parêzeran de bi îmzeya Hamili Yıldırım, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş  “deklarasyona çareseriya demokratîk" parve kir.    HEVDÎTINA PIŞTÎ 8 SALAN    Abdullah Ocalan, bi îmzeya xwe û girtiyên li Îmraliyê Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş ev peyam şand: "Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin. Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in."    Parêzer pişt re di 22'ê Gulanê de jî çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran peyama girtiyan bi Ocalan re parve kir û Ocalan ev peyam da: Hevrêyên Rêzdar, Di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevan din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehedî dikarim bêjim meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin.    BAWERIYA XWE DIPAREZIM   Ocalan di hevdîtina 12'ê Hezîranê de jî piştî girtiyan dawî li çalakiyê anî peyam şand û got: “Rêhevalên Hêja; Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim.  Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim."    OCALAN DI 18'Ê HEZÎRANÊ DE JÎ PEYAM ŞAND    Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di 18'ê Hezîranê de nivîsandiye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kir wiha ye: “Di mijara însîyatîfa takekesî ku min bi wesileya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê girt de geşedanên muhtemel ên pêk werin jî li ber çav girt û pêwîst dît ku vê daxuyaniyê bidim.  Derbarê pêvajoya çareseriyê de min qala helwesteke zelaltir û kûrtirkirî kiribû. Min bi vê perpektîfê li geşedanên heyî nerî. Uslûba şer û dubendiyê ku mora xwe li pêvajoya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê da û dubendiya kevneşop a Tirkiyeyê derbas nekir, derketiye holê ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kiriye. Tifaqa Demokratîk ku xwe di HDP'ê de dibîne û girêdayî vê yekê opsiyona muzakereya demokratîk ku li dijî rastiya tifaqên Cûmhûr û Millet e ji xwe re wek navend çareseriyê esas girtiye. Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP'ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste. Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin."    XWEST LI GORÎ DÎROK Û TÊKILIYÊN KURD Û TIRK HELWESTEK ERÊNÎ NÎŞAN BIDE   Parêzeran anîn ziman ku Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an de li ser pêşketinên dîrokî, têkiliyên Kurd-Tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê axivî. Têkiliyên Kurd-Tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921’ê hate nirxandin, diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bike. Parêeran anîn ziman ku gotiye "Dixwaze Kemalîst, dixwaze jî bi Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî, divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide." Parêzeran destnîşan kirin ku Ocalan bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê. Gotina Ozal a sala 1993’an a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.Bi vî awayî Birêz Ocalan dibêje ‘Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ocalan herî dawî gotibû "Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike."   PERGALEKE HATIYE SÊWIRANDIN    Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdeke demborî ye, pergalek e ku ji serî de hatiye sêwirandin û got: "Ji bo ev pergal ji holê bê rakirin hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de pêdivî bi têkoşîneke xurt heye. Ev têkoşîn bi salan e tê kirin û car carna encam tê girtin û dibe sedema hin neqeban. Lê heta pergala tecrîdê bi temamî ji holê neyê rakirin, wê ev kêfîtî û ev bêhiqûqîtî dewam bike".    ‘TECRÎD NEQEDIYAYE'    Bîlmez, çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an de bibîr xistin û got: "Em ji hêla hin derdorên ku niha wekî 'Rêxistina terorî ya FETO'yê' ve tê binavkirin hatin girtin. Gava em girtîbûn jî hin heyetên siyasî û rayedarên dewletê diçûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê dikriin. Tu carî dewletê nehiştiye du qenal bi hev re bixebitin. Gava parêzer diçûn nedihiştin heyeta siyasî biçe. Gava heyet diçû nedihiştin parêzer biçin. Wê gavê jî me digot, tecrîd bi dawî nebûye û 'Heta mafên hevdîtina bi parêzer û malbatan ên Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din bi awayekî rêk û pêk çê nebin, wê tecrîd neqede'".    ‘TU FÊDEYA TECRÎDÊ TUNEYE'    Bîlmez, anî ziman ku piştî qedandina pêvajoya çareseriyê pergala tecrîdê ji cihê mayî dewam kiriye û got: "Paşê Leyla Guven û bi hezaran kesî dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi vî awayî parêzer çûn Girtîgeha Îmraliyê. Birêz Ocalan, 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re çê kir û bi van hevdîtinan jî bêhna civakê derket. Me hemûya bi çavê xwe dît. Me dît ku Birêz Ocalan ne mehkûmekî ji rêzê ye. Me dît beramberiyeke wî ya siyasî heye û tiştine dikarin bike heye. Mesela bêyî encameke xirab çê bibe grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin. Îjar ne li kurdan ne jî li tirkan tu fêdeya vê tecrîdê tuneye".    Ji 100 SERLÊDANÎ 5 JÊ HATIN QEBÛLKIRIN    Bîlmez ku got "Heger li cihekî hiqûq tunebe kêfîtî jî tuneye" got: "Li Îmraliyê kêfîtiyek heye. Di sala 2019'an de heftê du caran bi giştî me 100 serlêdan pêk anîn. Ji van serlêdanan tenê 5 serlêdanên parêzeran hatin qebûlkirin. Ji bo malbatan jî heman serlêdan pêk hatin. Ew jî tenê 3 caran çûn. Tişta em jê re dibêjin kêfîtî ev e. Herî dawî em di 7'ê Tebaxê de çûne Girtîgeha Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha bi tu awayî serlêdanên me nehatine bersivandin".    ‘DEWLET DEREWAN DIKE'    Bîlmez, anî ziman ku ji sala 1999'an ve serlêdanên ji bo Îmraliyê hemû bi heman hincet û bahaneyan tên astengkirin û got, heta hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê her hefte serlêdan pêk anîne û dewletê her hefte bi awayekî fermî derew kirine. Bîlmez, da zanîn ku di sala 2011'an de di 52 hefteyan de tenê 15 hefte çûne Îmraliyê û yên din jî bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" hatine astengkirin. Bîlmez, got: "Piştî 15'ê Tîrmehê bi çend rojan Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta Rewşa Awartê çûyîna parêzeran a ji bo Îmraliyê qedexe kir. Ji wê rojê heta 17'ê Nîsana 2019'an me îtiraz kir. Lê her hefte jî hat redkirin. Gotin, biryara dadgehê heye, qedexe ye. Lê serlêdana me ya 17'ê Nîsana 2019'an hat qebûlkirin û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê biryara qedexeyê rakir. Biryara dadgehê ne rewa bû lê biryarek şiklî bû. Niha qedexeyek bi vî rengî jî tuneye. Dîsa em her hefte serlêdanên xwe dikin lê nayên bersivandin".    ‘CPT HEVKARÊ TECRÎDÊ YE'    Bîlmez, destnîşan kir ku yek ji sedemên kûrbûna tecrîda li Îmraliyê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî (CPT) ye û got: "Me hevdîtin bi CPT'yê re kirin, lê ji me re gotin ew bi awayekî nepen dixebitin. Em vê yekê bi wan re jî parve dikin. Em dibêjin, 'Hûn bi vê helwesta xwe dibin hevkarê tecrîda li Îmraliyê'. Di vî 20 salî de yek ji mîmarên tecrîda li Îmraliyê jî CPT ye. Çimkî tiştekî jî neke, çavê xwe digire. Lê hevdîtinên me yên bi wan re didomin. Çi biqewime em radigihînn. CPT, ji bo astegkirina îşkenceyê organeke Konseya Ewropayê ye. Tirkiye jî perçeyeke vê konseyê ye".    Bîlmez, bibîr xist ku CPT biçe kîjan girtîgehê rapora amade dike û got, rapora amade dike pêşî bi wê dewleta ku çûyî re parve dike û gava ew dewlet pesend bike bi raya giştî re parve dike. Bîlmez, destnîşan kir ku helwesta CPT'yê ya ji bo tecrîda li Îmraliyê neguheriye û got: "CPT, organeke mekanîzmayeke siyasî ye û got, gava di warê siyasî û civakiyî de zor bê lê kirin dibe ku helwsta xw ebiguherîne. Ev jî bi têkoşîneke civakiyî pêkan e".    MA / Erdogan Alayûmat