Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp 2017-12-09 09:22:11 AMED - Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ku li girtîgehê kincên yektîpî ceriband, angaşt ku dê Bolû ji bo sepandina kincên yektîpî bike girtîgeha pîlot. Girtî vê yekê bi lêdana mazgal û deriyên qawîşan şermezar dikin.  Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê sepandina 'kincên yektîpî' diceribîne, lê belê girtî jî li hemberî vê rewşê li ber xwe didin. Mudurê ku nû tayînî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hatiye kirin, derpêş kir ku heke girtî tekmîlê nedin ew ê nehêlin ku bi telefonê hevdîtinê bi malbatên xwe re çê bikin û wê Girtîgeha Bolûyê ji bo sepandina kincên yektîpî girtîgeha pîlot be. Her wiha hat îdiakirin ku mudurê girtîgheê wiha gefan li girtiyan dixwe: "Ez hatime ku we bikim zilam. Hûn ê van hîzan li xwe bikin û nasnameyan bi stuyê xwe vebikin. An jê dizanim ez ê çi bikim."    DI 24 SALAN LI 6 GIRTÎGEHAN GERIYA    Mehmet Akpolat (42) ku 24 sal in girtiye û nêzî 6 meh berê sewqî Girtîgeha Bolûyê hat kirin yek ji wan girtiyên ku li hemberî pêkanînên kêfî li ber xwe dide. Akpolat ê di 18 saliya xwe de ket girtîgehê, 17 sal in bi tena serê xwe di hucereykê de ye. Heta niha bi rêzê sewqî girtîgehên Bayrampaşa, Tîpa M a Ermenêkê, Tîpa D a Amedê, Tîpa E ya Mûşê û Tîpa L a Rîzeyê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hatiye kirin. Dema Akpolat di Girtîgeha Bayrampaşayê de bû bi awayekî sîtematîk hatiye îşkencekirin û ji ber ku ji be rîşkenceyê testîstên wî teqiyane 6 caran emeliyat bûye. Her wiha nexweşîna dilî jî li Akpolat Peyda bûye û ji ber îşkenceya lê hatiye kirin çermê binê lingê wî tune ye.    ‘HATIME WE BIKIM ZILAM'    Hanîfe Akpolat, dayika Mehmet Akpolat, ji ber di demên dawî de kurê wê tekmîl nedaye bi telefonê nikare pê re peywendiyê deyne. Dema dayik Akpolat ji bo hevdîtinê diçe girtîgehê hîn dibe ku mudurê girtîgehê gef li girtiyan xwariye û li hemberî vê girtî jî li ber xwe dane. Dayik Akpolat ev tişt gotin: "Milê rastê yê kurê min werimîbû û nikaribî bilebitîne. Mudurê girtîgehê tim diçe qawîşê û ji girtiyan re dibêje 'Ez hatime ku we bikim zilam. Hûn ê van hîzan li xwe bikin û nasnameyan bi stuyê xwe vebikin.' Lê belê li hemberî vê girtî jî li deriyan dixin û vê rewşê prostesto dikin. Mudur gefan li hemûyan dixwe û dibêje hûn ê kincên yektîpî li xwe bikin. Di telefonê de ji ber kurê min tekmîlê nayîne dengê wî dibihîsim û wê kêliyê telefon qut dibe."    Akpolat diyar kir ku der barê jiyana kurê wê de endîşeyên wê hene û wiha axivî: "Kurê min nexweş e. Der barê jiyana wî de endîşeyên min hene. Bila her kes bibihîse, bang li Wezareta Dadê dikim. Kurê min nikare ji bin evqas îşkence û zextan rabe."