Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir 2019-12-22 09:52:27   AMED –  Rojnameya heftane ya kurdî "Xwebûn" bi kadroyeke çalak dest bi weşanê kir. Xwebûn, gazî raya kurdî kir û got: "Bi kurdî bixwînin û bidin xwendin".    Rojnameya heftane ya kurdî "Xwebûn" dest bi weşana kir. Rojname ji hêla komek rojnamevan ve hatiye amadekirin û hejmara wê ya ewil ji çapxaneyê re hat şandin. Wê "Xwebûn" li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî be û wê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî derkeve. Destpêkê wê rojname ji 12 rûpelan pêk bê û paşê heke bivê wê hejmarên rojnameyê bên zêdekirin. Her wiha ji Kurdistana Federe, Îran, Sûriye, Qazaxîstan, Ermenîstan, Lubnan û Ewropayê jî gelek kes di rojnameyê de cih digirin. Di nav kadroya nivîskarên rojnameyê de Kejal Ehmed, Kakşar Oremar, Abdûllah Peşêw, Ehmed Huseynî, Kînyas Mîrzayev, Selîm Temo, Şener Ozmen jî heye.    Wê di rûpelên polîtîka, çand, jiyan, hevpeyvîn, ekolojî û aboriyê de nivîsên dosyeyî, lêkolînî, analîz hwd. cih bigirin. Armanca Xwebûnê ew e ku bi zimanekî xwerû, bi fikr û ramaneke dewlemend weşana xwe bike.    ZIMANEKÎ XWERÛ, ROJNAMEGERIYEKE XURT   Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen, anî ziman ku xwebûn ji ber pêdiviyekê derketiye holê. Esen, diyar kir ku armanca wan ew e ku derdorên civakê hemû xwe di rojnameyê de bibînin û vê yekê jî bi zimanekî xwerû û naverokeke xurt bikin. Esen, got ew ê hewl bidin ku bi Xwebûnê rojnamegeriyeke baş û xurt bikin.    Esen, destnîşan kir ku heger Xwebûn baweriyekê bide xwendevanan wê bi ser bikeve û temendirêj be.    ‘ÇAPEMENIYA ALÎGIR ÇILMISÎ'    Esen, destnîşan kir ku di serdemeke ku rojname hemû dişibin hev de tişta sereke rojnamevaniyeke rasteqîne ye û got, ji bo wan tişta girîng ew e ku li gor berpirsiyariya pîşeya rojnamegeriyê tev bigerin û vê berpirsiyariyê pêk bînin.    Esen, diyar kir ku ji ber zext û zoriyên li ser azadiya fikr û ramanê, tişta niha tê kirin ew e ku ev pîşe neyê kirin û bi rê ve neçe û bibîr xist, ji ber vê niha 141 rojnamevan di girtîgehan de ne. Esen, destnîşan kir ku ji ber ku çapemeniya muxalif di rojnamegeriyeke rasteqîne de israr dike, çapemeniya di bin banê îktîdarê de jî bi manîpulasyonan tev digere.    WÊ XWE BIGIHÎNE TEVAHIYA KURDAN   Her wiha Esen destnîşan kir ku naxwazin qîma xwe tenê bi kurdên li Tirkiyeyê bînin, armanca wan xwe bigihînin tevahiya kurdan û got, wê belavkariya wan jî li gor vê asasê bê kirin.    Esen, bang li raya giştî kir û got: ""Bi kurdî bixwînin û bidin xwendin".