Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in 2019-12-22 09:07:13   SÊRT – Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê, anîn ziman ku ji ber nikarin debara xwe bikin heta nîvê şevê dixebitin.    Xwendekarên Zanîngehê jî ji ber krîza aborî ji mecbûrî dixebitin. Xwendekar ji bo debara xwe bikin piştî dibistanê dixebitin. Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê, piştî dibistanê heta nîvê şevê di sar û seqemê de dixebitin. Xwendekar Derya Yaşar, tevî hevala xwe ya polê li Kolana Gurselê mîdyeyan difiroşe. Yaşar, diyar kir ku ji ber nikarin debara xw ebikin dixebitin û got: "Divê şert û mercên aborî baş bibin ku em jî bi awayekî rêk û pêk bixwînin. Lê li Tirkiyeyê şert û mercên wiha tunene." Yaşar, da zanîn ku mehê 500 lîre krediyê distînin û got: "Lê gava dibistan biqede em ê çawa bidin, ji niha ve em ketine etra wê". Yaşar, xwest û şert û mercên wan baş bibin.    'WÊ BI KÊRÎ ÇI BÊ?'    Derya Gunduz jî destnîşan kir ku 500 TL kredî têra kesî nake ûg ot, tenê 300 lîre dide heqê kirêyê. Gunduz, diyar kir ku malbata wê mehê hezar lîreyî jê re dişîne û got: "Wê ev pere bi kêrî çi bê? Em ê pê xwarinê bikirin an pê heqê kirê bidin". Xwendekar Ferhat Turk jî li heman kolanê çîkolateya germ, salep û qahwê difiroşe. Turk, anî ziman ku ji niha ve ketine etra ku dê piştî dibistanê çi bikin û got: "Ji bo betal nemînim ji niha ve min dest bi bazirganiyê kiriye". Turk, destnîşan kir ku bûrsa digirin têra wan nake û got: "Em krediyê distînin ku piştî dibistan biqede em ê bidin. Gava em mezûn bibin û betal bimînin em ê çawa vî pereyî bidin?" Turk, diyar kir xwe li ber agir germ dikin û heta nîvê şevê dixebitin.    ‘LÊ SÊRTÊ XWENDEKAR GIŞ DIXEBITIN'    Bûrhan Bozdogan jî got: "Hema bêje li Sêrtê xwendekar giş dixebitin. Em naxwazin barê malbata xwe giran bikin. Loma her kes dixebite. Bûrsa xwendekaran 500 lîre ye. Ma wê bi vî perî heqê kirê bide, heqê xwarinê bide...? Ji ber vê xwendekar ji mecbûrî dixebitin".    MA / Metîn Yoksû