Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin 2019-12-21 15:33:39 MEREŞ – Li Mereşê qûrbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn. Di axaftinên merasîma bîranînê de banga “rûbirûbûnê” li dewletê hat kirin.    Li Mereşê bi boneya salvegera 41’emîn a Komkujiya Mereşê ku di sala 1978’an de pêk hatibû û bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran welatî birîndar bûbûn merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li meydana nexweşxaneyê ya li taxa Yoruk Selîm a Mereşê pêk hat û bi sedan kes beşdar bûn û wêneyên qûrbaniyên komkujiyê ku li ser pankartbûn vekirin û heta Cemxaneya Erenler meşiyan.    Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Gelek nûner û rêveberên sazî û dezgehên elewiyan û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê di me merasîmê de amade bûn.    Serokê Desteya Baweriya Federasyona Elewiyên Bektaşî Hasan Kilavûz axaftina vekirinê ya bernameyê kir.    ‘KOMKUJÎ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVATIYÊ BÛ’    Li ser navê komîteya amadekar Serokê Komeleya Çandê ya Erenler Muslum Îbîlî axivî û got komkujiya li Mereşê pêk hat sûcê li dijî mirovahiyê bû û ew naxwazin ji niha şûnve li welat bûyerên wiha xemgîn biqewimin û ew aştî û aramiyê dixwazin.    ‘FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ KIRIN HÊNCET’    Li ser navê saziyên elewiyan Huseyîn Guzelgul axivî û da zanîn ku dewleta kûr faşîzma darbeya 12’ê Îlonê kir hênceta êrişa li dijî Mereşê û bi taybetî li herêma welatiyên elewî lê dijiyan komkujiyên hovane û xwînxwarî pêk hatin.    ‘DIVÊ DEWLET RÛBIRÛ BIBE’    Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî qûrbaniyên komkujiyê bibîr anî û diyar kir ku ew li her deverê van komkujiyan tînin ziman û birînên wan hêj sax nebûne û ji Qoçgirî heta Zîlan û Agiriyê, ji Sêwaz û Gaziyê heta Roboskî hêj komkujî dewam dikin û birînên wan xwîn dibin. Pekoz anî ziman ku divê dewlet bi komkujiyan re “rûbirû” bimîne.    Piştî axaftinên hatin kirin ji bo bîranîna qûrbaniyan find hatin pêxistin û qûrnefilan danîn erdê. Bernameya bîranînê bi gerandina semahê bi dawî bû.