Li Amedê zarokek mirî hat dîtin 2019-12-21 12:43:30 AMED - Serê sibehê li ber marketa navçeya Peyasê zarokek bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.  Di saetên serê sibehê de li Kuçeya Talaytepe ya Peyasa Amedê zaroka 17 salî Bahar Akdemir bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Xebatkarên marketê dema dîtin ku Baharê li erdê dirêjkirî ye agahî dan ekîbên tenduristiyê. Polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîba tenduristiyê ragihand ku Baharê jiyana xwe ji dest daye. Rûyê Baharê ji aliyê kûçikan ve hatibû parçekirin. Cenazeyê Baharê ji bo otopsiyê şandin nexweşxaneyê. Endamên malbata Baharê jî hat binçavkirin.