Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin 2019-12-21 11:06:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Sûrê ku di nava rêveberiyên herêmî de yekem car xizmeta pir zimanî û pir çandî xist meriyetê, cara sêyemîn qeyûm tayînî wê kirin. Li şûna Hevşaredar Fîlîz Buluttekin, Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî yê ku pir zimanî ji holê rakir û 152 milyon TL deyn ji şaredariya Sûrê re hişt, hat tayînkirin.    Hevşaraderên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr duh bi hênceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatibûn binçavkirin. Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî hevşaredar Buluttekîn û Ozdemîr ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Wezaretê qeyûmê berê Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî wek qeyûm tayînî şaredariyê kir. HDP'ê di 31'ê Adarê de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Bi tayînkirina Qeyûm a Sûrê heta niha Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî 32 şaredariyên HDP'ê kirin. Herî dawî li şûna Hevşaredar Fîlîz Buluttekin, Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî yê ku pir zimanî ji holê rakir û 152 milyon TL deyn ji şaredariya Sûrê re hişt, hat tayînkirin.    Navçeya Sûrê heta sala 1994'an ji aliyê Şaredariya Amedê ve dihat rêvebirin. Piştre bû navçeya Navendî. Di hilbijartina 27'ê Adara 1994'an de ji Partiya Refahê Cemal Toptanci ji sedî 43 deng stend û bû Şaredar. Di hilbijartina sala 1999'an de HADEP'ê şaredarî qezenç kir. Di hilbijartina 18'ê nîsana 1999'an de HADEP'ê ji sedî 69.41 deng stend û Cezayir Serin bû şaredar. Di hilbijartina 28'ê Adara 2004'an de vê carê ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Abdullah Demirbaş ji sedî 56.63  qezenç kir û bû Şaredar.    DI 2007'AN DE QEYÛM TAYÎN KIRIN   Rêveberiya DTP'ê bi xebat û projeyên girîng mohra xwe li rêveberiyên herêmî xist. Rêveberiya Şaredariya Sûrê bi projeya pir zimanî û pir çandî mohra xwe li rêveberiyên herêmî xist. Perwerde da zarok û jinan. Bi 7 zimanan xismeta navçeyê kir. Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, di sala 2007'an de ji peyvirê hat girtin û ew girtin û şandin girtîgehê. Wê demê li şûna Şaredar Demirbaş Cîgirê Waliyê Amedê Efkan Ala Ahmet Aydin wekî qeyûm tayîn kirin.    Di hilbijartina 29'ê Adara 2009’an de vê carê Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demirbaş ji sedî 65 deng stend û dîsa bû şaredar. Di 30'ê Adara 2014’an de serdema Hevşaredariyê dest pê kir. Namzetên Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yên Sûrê Seyit Narîn û Fatma Şik Barut ku ji sedî 55 deng stendin, wekî hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî hikûmetê di 24'e Tîrmeha 2015’an de plan û politikaya nû xist meriyetê, dîsa dest bi tayînkirina qeyûman kir. Hevşaredarên Sûrê Narîn û Barut, bi hinceta “Rêveberiya Cewherî" îlan kirine di 23'ê Tebaxa 2015’an de hatin binçavkirin û girtin. Wezîrê Karên hundir di 26'ê Tebaxa 2015’an de ji peyvirê girtin. Piştî OHAL hat îlankirin di 11'ê Îlona 2016'an de bi KHK'ê qeyûm tayînî şaredariya Sûrê kirin. Cîgirê Walî Bilal Ozkan wekî qeyûm tayîn kirin. Li şûna Hevşaredar Fîlîz Buluttekin, Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî yê ku pir zimanî ji holê rakir û 152 milyon TL deyn ji şaredariya Sûrê re hişt, hat tayînkirin. Herî dawî Hevşaraderên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr duh bi hênceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatibûn binçavkirin. Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî hevşaredar Buluttekîn û Ozdemîr ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Wezaretê qeyûmê berê Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî wek qeyûm tayînî şaredariyê kir.    MA / Ozgur Paksoy