Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne 2019-12-21 10:28:12 ENQERE - Rojnameger Seyît Evran, bal kişand ser geşedanên piştî peymana di navbera Tirkiye û Lîbyayê de û wiha got: “Saddam şandin Kuveytê û piştî wê darve kirin. Mudaxaleya Libya jî dibe ji bo Erdogan hilweşîn be.  Piştî Tirkiye û Libya li ser mijara “Muhtiraya Mutabakata Hevkariya Eskerî û Ewlehiyê" peyman îmze kirin, niqaşên têkildarî mijarê didomin. Peymanê rê vekir ku Tirkiye eskeran bişîne Libyayê. Li ser vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE), DYA, Rûsya û Welatên Ereb bertekên xwe anîn ziman. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayip Erdogan wekî mijara êrîşa li ser Sûriyeyê rewşa Lîbya jî wekî pirsgirêka “beka”  ya Tirkiye pênase dike. Diyar kirin ku dê eskeran bişînin Libyayê. Piştî Erdogan got dê eskeran bişînin Libya, çend roj şûnde hat îdîakirin ku Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî ya li Trablusê li gorî peymana meha mijdarê ku bi Enqereyê re îmze kirin, li dijî General Hafter, qebûl kiriye ku Tirkiye piştgriya eskeran bişîne. Rojnameger Seyit Evran, têkildarî van geşedanên li Tirkiye, Sûriye û Lîbya pêş dikevin nirxandin kir.    Rojnameger Evran, anî ziman ku Erdogan diyar kiriye ku dê piştiriyê bide Birayên xwe yên Musluman û wiha got: "Planên navborî berê jî li Misirê û hem jî li Tunusê hatin ceribandin. Lê bi mudaxaleya hêzên navneteweyî bê encam ma. Dîsa mijara din, helwesta hêzên navneteweyî ya nediyar a li hemberî planên Erdogan a Libyayê ye. Di helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî plana Erdogan a Libyayê de neyarî heye. Li aliyekî li dijî plana Erdogan derdikevin, li aliyê din ji bo Erdogan vê planê pêk bînin wî dahf didin. Ev yek rewşa ketina Irakê ya Kuveytê ku bi destê DYA'yê pêk tîne, tîne aqilan. Piştî Saddam ket Kuveytê ew darvekirin. Tirkiye jî xistin axa Sûriyeyê û pêvajoya mudaxaleyê dan destpekirin. Mudaxaleya Erdogan a Libyayê dibe ku ji bo Erdogan hilweşîn be.    WELATÊN EREB DAN HEMBERÎ XWE    Rojnameger Evren, bal kişand ser aliyên li Libyayê şer dikin û wiha got: “Rêveberiya Tirk, li dijî qanûnên ava reş tev digere. Sûcê navneteweyi dike. Bi hikûmeta ne rewa re peymanê îmze dike û hewl dide mudaxale bike. Ev peyman bi qasî welatê Ewropa, welatê Ereb jî eleqeder dike. Di serî de Misirê ev peyman wekî dijzagonî îlan kir. Hem DYA û hem jî Rusya ku ji bin ve piştgiriyê dide Hêzên Heftarê biryar dan ku li dijî Tirkiyeyê piştgiriyê bidin Bi wê re peymana eskerî jî kirin. Misirê dîsa aşkere kir ku dê axa Libya ji Tirkiyeyê re nehêle û Tirkiye tawanbar kir. Dema rewşa Misirê di nava Yekîtiya Ereb de li ber çavan bê girtin, xuya ye ku Tirkiye dê Welatên Ereb bîne hemberî xwe."    Seyit Evran, anî ziman ku Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo rê li pêş niqaşên nava xwe bigire meseleya Libya anî rojevê û wiha berdewam kir: "Di encamê de Erdogan hemû amûrên destê xwe yên li dijî hêzên derve xelas kir. Tirkiye û Erdogan li Sûriye hemû amûr û kozên di destê xwe de xelas kir. Ji ber vê yekê Erdogan rojekê li DYA ye û rojekê li Rûsyayê ye. Dema diçe DYA, DYA çi planê dîne pêş wî, wê pêk tîne. Dema vê yekê dike vê carê Rusya û Îranê tîne hemberî xwe. Dema diçe Rusya jî vê carê DYA tîne hemberî xwe. Piştî êrişa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê êdî vê yekê nikare bike. Herdu alî jî êdî tiştan ji Erdogan dixwazin. Hemû amûrên di destê xwe de xelas kir. Şerekî li Libyayê dê dawî li Tirikye bîne û îqtîdara Erdogan hilweşîne. Êdî şenda Erdogan ku ji nava vê çiravê derkeve tune ye. Welatên DYA, Rusya û Yekîtiya Ewropa dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe berdewam bikin. Lê bi Erdogan re hatine asta dawî. Tirkiye her ku diçe bêtir dikeve nava celb û çiravê. Erdogan di nava şerekî pir dijwar de ye. Erdogan şerê xwe li ser 'Komkujiya Kurdan' dimeşîne. Vî şerî bi Libyayê berdewam dike.    HÎTLER JÎ LI DIJÎ DINYAYÊ ŞER DIKIR   Evran, herî dawî bal kişand ser Hîtler û destnîşan kir ku Hitler jî li dijî hemû cîhanê şer îlan kiribû û dawiya dawî întîhar kir û got: "Hîtler taliyê întîhar kir. Saddam Huseyîn li dijî îranê şer îlan kir. Dawiya dawî hat darvekirin. Erdogan û AKP jî 16 salin gelek sûcên civakî kirin. Aborî talan kirin. Bê hiqûqî pêş xistin."     MA / Selman Guzelyuz