Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar 2019-12-21 09:00:46 DÎLOK - Li Dîlokê karkerê ajokar Abdullah Akyol, piştî maşîna wî qulipî, di bin maşînê de ma û jiyana xwe ji dest da.  Li Dîlokê karkerê ajokar Abdullah Akyol (44) maşîna wî qulipî û di bin maşînê de ma. Akyol ê li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Başpinar a Dîlokê ajokarî dikir, piştî maşîna wî qulipî, di bin maşînê de ma û jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê dîtin ku Akyol jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Akyol şandin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê.