Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin 2019-12-21 09:00:34 EDENE - Ji ber rojnameya Azadiya Welat û hin kovarên kurdî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê rêvebirên KURDÎ-DER'ê de îdianame hat amadekirin.  KURDÎ-DER, di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû girtin. Piştî hatibû girtin polîsan avêtibû ser şaxa Edeneyê û dest danîbûn ser gelek materyalan. Di dema avêtina ser komeleyê de hin hejmarên Rojnameya Azadiya Welat û hin kovarên kurdî jî hatibûn desteserkirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji bo hin hejmarên Azadiya Welat û kovarên kurdî lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya serokê komeleyê Giyasettîn Gumuş û rêvebirên komeleyê Abdulkerîm Aslan, Fatma Dogan, Îsa Bûlût û Mehmet Reşît Gultekîn hatibû girtin. Paşê dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil di 26'ê Kanûna 2019'an de pêk bê.    'ROJNAME Û KOVAR SÛC IN'    Di îdianameyê de hejmarên ; 3349, 3358, 3408, 3331, 3351, 3370, 3343, 3347, 3348, 3330, 3333, 3332, 3329, 3398, 3393, 3407, 3404, 3412, 3390, 3386, 3385, 3353, 3345, 3366, 3388, 3397, 3396, 3383, 3389, 3400, 3401, 3402, 3403, 3413, 3399, 3395, 3394, 3323, 3336, 3339, 3344, 3346, 3406, 2561, 3405'an, 4 hejmarên rojnameya Rojeva Medya, hin hejmarên Kovara Zendê, rewşen, Mizgîn, Hêviya Jinê û salnameya kurdî cih girtin û sûc hatin hesibandin.    Dozgeriyê, îdia kir ku komele b van rojname û kovaran propagandaya rêxistinê kiriye û xwest endamên komeleyê bên cezakirin.