‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’ 2019-12-20 16:28:45   AMED – Rêveberê Baroya Amedê parêzer Muhlîs Ogûrgul di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û got ji bo tespîtkirina kujerên cînayeta Elçî tu hewldan nayên kirin.     Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî werin dîtin û darizandin di hefteya 207’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya heftane li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan.    Rêveberê Baroya Amedê parêzer Muhlîs Ogûrgul di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî 4 sal bi ser kuştina Tahîr Elçî de derbas bûye jî heta niha ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldanek nehatiye kirin.     ‘MUDAXELEYÊN LI DIJÎ NIRXÊN MIROVAHIYÊ TÊN KIRIN’    Ogûrgul bal kişand ser binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û got: “Di serdegirtina mala Buluttekîn de polîsan çek xistiye serê wê û kurê wê yê 10 salî. Tayînkirina qeyûman ne bes e, di dema binçavkirinê de çekan xistine serê hevşaredar û malbata wê. Mudaxeleyên li dijî nirxên mirovatiyê nayên qebûlkirin.”    ‘LI ZAROKÊN GIRTÎ TUNDÎ TÊ KIRIN’    Pişt re Seroka Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê Gîzem Mîran binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan tespît kirine eşkere kir. Mîran got li girtîgehan her cûre mafê girtiyan tê binpêkirin û li girtî û zarokên girtî jî tundî tê kirin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.