Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike 2019-12-20 15:07:08   AMED - Komeleya Şêx Seîd, ji ber serldana ku ji bo rakirina nav û remzên Şêx Seîd û Seyît Riza kiribûn, der barê Partiya Vatanê û Serokê wê yê Giştî Dogû Perînçek de serlêdana sûc bike.    Partiya Vatanê, li Amed û Dersimê ji bo rakirina nav û sembolê Şêx Seîd û Seyîd Riza serî li walîtî û şaredariyên her du bajaran dabûn. Komeleya Şêx Seîd, li ber Mizgefta Ofisê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî van serlênan da. Nebiyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, diyar kir ku Partiya Vatanê dixwaze kuştin û qetilkirina kurdan bê berdewamkirin û wiha got: "Kesên ku ziman û hebûna kurdan qebûl nakin, bi salan e êrîşî kurdan kirin. Bila zanibin ku em ê ne dev ji zimanê xwe berdin û ne jî nirxên xwe berdin." Firat, da zanîn ku ji bo Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek dê serlêdana sûç bikin û serî ji tundiyan re daynenin.