HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin 2019-12-20 13:28:48 ENQERE - HDP'ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî ya civaka êzidî pîroz kir û ev tişt got: "Divê civaka êzidî vegera xaka xwe û di nav dewlemendiya çanda Mezopotamyayê de cihê xwe bigire." Berdevkê Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nîmetûllah Erdogmûş, bi armanca pîrozkirina Cejna Êzî ya civaka êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî Cejna Êzî û komkujiyên ku li dijî wan pek hatine, agahî hat dayîn û ev tişt hat gotin: "Êzidî ji ber êrîş û komkujiyên li hemberî xwe di serî de Ewropa koçî Welatên mîna Sûriye, Rûsya, Gurcistan û Ermenistanê bûne. Bi salan e ji ber vê yekê civaka êzîdî Cejna Êzî ji axa dûr, li deverên cûda yên Cîhanê pîroz dike. Di berdewama daxuyaniyê de banaga vegera ser xaka xwe li êzîdiyan hat kirin û ev tişt hat gotin: "Divê civaka êzidî vegera ser xaka xwe û di nav dewlemendiya çanda Mezopotamyayê de cihê xwe bigire û piştevaniya pergala demokratîk bikin."