3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin 2019-12-20 12:48:12   AMED – Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP’ê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.    Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî, endamên Meclîsa Şaredariya Rezana Amedê yên HDP’yî Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nursel Ornek ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Her sê endamên Meclîsê bi hêncetên lêpirsîn û dozên derbarê wan de ji wezîfeyê hatin dûrxistin û hat zanîn ku danezana ji wezîfe dûrxistinê ji wan re hêj nehatiye şandin.   Beriya niha jî 6 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.