Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan 2019-12-20 12:24:51   AMED – Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn û endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê li ber Şaredariya Sûrê ya ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin kom bûn. Polîsan mudaxeleyî HDP’iyan kir û li wan dan.    Polîsan li Amedê serê sibê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn binçav kir û bi ser avahiya Şaredariya Sûrê de girt. Polîsan bi maşîneyên zirxî û bariyeran avahiyê dorpêç kir. Li avahiya şaredariyê lêgerîna polîsan dewam dike.    POLÎSAN LI TOSÛN Û ENCÛMENAN DA    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê û xebatkarên şaredariyê û welatî li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Polîsan ji bilî xebatkarên şaredariyê kesî berneda hundirê avahiyê. Parlamenter Tosûn û endamên meclîsê xwestin derbasî avahiyêbibin lê polîsan destûr neda û di navbera wan de rageşî qewimî. Polîsan di rageşiyê de li Tosûn û endamên Meclîsê dan.    ‘HÛN TALANGER IN’    Parlamenter Remziye Tosûn bertek nîşanî dorpêçkirinê û serdegirtinê da û got: “Serdegirtina şaredariyê dizîkirina îradeya gel e. Em ê vê qebûl nekin. Îro li vir qanûna daristanê tê sepandin. Hûn talanger û rêbir in.”    Polîsan destûr neda koma HDP’iyan li ber avahiyê bisekine û wan ji wir dûr kir. Lêgerîn û dorpêçkirina şaredariyê didome.