Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin 2019-12-20 12:11:23 AMED – Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da û got: “Em ê faşîzma qeyûman têk bibin.” Konferansa bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin” a rêxistina HDP’ê ya Amedê di roja duyemîn de dewam dike. Konferans li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a avhiya HDP’a Amedê pêk tê. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Farisogûllari, Dersim Dag û Remziye Tosûn, hevşaredar û rêveber û delegeyên HDP’ê û gelek kes beşdarî konferansê bûn.    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINÊ DA    Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan axaftina vekirinê ya konferansê kir û bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da û got ew ê polîtîkayên qeyûm yên îqtîdarê qebûl nekin.    Ceylan da zanîn ku têkoşîna wan a azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn e û bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd. Ceylan anî ziman îradeya gelê kurd bi sedê salane ji aliyê hêzên navnetewî ve tê astengkirin û lê tenê têkoşîna kurdan dikare van plansaziyên nebaş ên li ser kurdan têk bibe.    ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÊNIN’    Ceylan diyar kir ku tê xwestin kurd bêstatû bimînin û ew ê yekîtiya kurd ava bikin. Ceylan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên wanû got: “Çi dikin bila bikin, Em ê li rojeva xwe hûr bibin. Em ê tecrîdê bişkênin û faşîzma qeyûman têk bibin.”    Piştî axaftina Ceylan, konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.