Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn! 2019-12-20 10:20:05 AMED – Parêzerê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn ragihand ku polîsan dema miwekîla wî binçav kiriye çek xistine serê wê. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî heman agahiyê ragihand. Polîsan li Amedê serê sibê zû bi ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken de girtin û wan binçav kirin.    PARÊZER: ÇEK XISTIN SERÊ MIWEKÎLA MIN    Parêzerê hevşaredar Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn di hesabê xwe yê Twîtterê de derbarê serdegirtina mala miwekîla xwe de agahî da û wiha got: “Miwekîla min Seroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Dema polîs ketine malê Fîlîz Buluttekîn, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kirine û sîleh xistine serê wan. Tundiya polîsan û bêhiqûqî êdî bûye rûtîn!!”   AYDENÎZ JÎ ÇEKÊ PIŞTRAST KIR    Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz jî mijara çekê ku xistine serê Buluttekîn di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand û wiha got: “Dema polîsan Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn binçav dikir, sîleh xistine serê wê!”