Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin 2019-12-20 09:19:39 ŞIRNEX - Dosyeya derbarê mirina Alî Bagdûr ku li Cizîrê di dema qedexeyê de hatibû kuştin hatibû girtin. Lê belê parêzeran îtiraz kir û Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Şirnexê jî îtiraza parêzeran qebûl kir.  Di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîr a Şirnexê, ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, 288 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji van kesan jî Alî Bagdûr bû. Piştî mirina Bagdûr Dozgeriya Komarê ya Cizîrê lêpirsîn dabû destpêkirin û dosyeya Bagdûr 30 mehan hatibû sekinandin. Di 30'yê Cotmeha 2019'an de gava parêzeran li aqûbeta dosyeyê pirsîbû, dozgeriyê jî di 31'ê Cotmehê de derbarê dosyeyê biryara "nepeywirdariyê" dabû û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re şandibû. Serdozgeriyê jî di 8'ê Mijdarê de dosye girtibû û ji bo mirina Bagdûr gotibû "li gor hiqûqê ye".    Piştî dosye hat girtin parêzerên malbata Bagdûr li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê îtiraz kirin. Dadgehê jî îtiraza parêzeran qebûl kir û xwest dosye ji nû ve bê lêkolînkirin. Di heman demê de cara ewil e ku ji bo dosyeyeke Cizîrê biryareke bi vî rengî tê girtin. Çimkî heta niha ji bo dosyeyên 86 kesên hatine kuştin biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.   Parêzera malbata Bagdûr Newroz Ûysal, ji bo biryara dozgeriyê got "biryareke kêfî ye" û ji bo biryara dadgehê jî got: "Piştî me îtiraz kir, îtiraza me hat qebûlkirin. Helbet biryareke erênî ye. Lê belê em nizanin wê ji niha û şûn ve lêpirsîn bi çi awayî bi dawî bibe. Em ê bişopînin".    MA / Mujdat Can