'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin' 2019-12-20 09:18:56 MÊRSÎN – Alî Bîlen ku çû Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê û hevdîtin bi birayê xwe Bişar Bîlen re çê kir, diyar kir ku girtî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û got, girtiyên nerazîbûnên xwe nîşan didin jî tên sirgûnkirin.    Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê Bişar Bîlen, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Di 17'ê Kanûnê de birayê wî alî bîlen çû girtîgehê û Bîlen bi rêya birayê xwe tiştên li girtîgehê diqewimin raghandin.    Bîlen, ji bo dawî li binpêkirinên mafan bên gazî parazvanên mafên mirovan kir. Bişar Bîlen, got: "Îdareya girtîgehê li dijî mewzûata qanûnî tev digere. Em nikarin sûdê ji mafê xwe yê ji bo çalakiyên civakî û çandî bigirin. Pirtûk, kovar û rojname hatine qedexekirin. Îdareya girtîgehê bi awayekî kêfî her tiştî biha dike. Ava germ nadin. Hevalên me yên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Gava em nerazîbûnên xwe nîşan didin jî me dişînin deverên dûr ên wekî Behra Reş. Ji bo vê em bang li parazvanên mafên mirovan û raya giştî dikin".    Birayê wî Alî Bîlen jî diyar kir ku ji bo van pêkanînan xwestine hevdîtin bi îdareya girtîgehê re bikin lê belê nikaribûne bikin. Bîlen, destnîşan kir ku ji bo dawî li binpêkirinên mafan bên wê bitêkoşin.