Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir 2019-12-20 09:18:33   EDENE – Derbarê 26 ciwanên HDP'î de bi îdiaya "astengkirina peywirê" îdianame hat amadekirin.    Di 17'ê Hezîranê de li Edene, Nîgde, Antalya û Mêrdînê li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê operasyonek hatibû kirin. Di vê operasyonê de 5 jê zarok 31 kes hatibûn binçavkirin. Di 20'ê Hezîranê de gava ew anîbûn Edliyaya Edeneyê, polîsan xwestibû destê wan ji paş ve kelemçe bike, lê ciwan li hemberî vê derketibûn. Piştî vê ciwan hem li edliyeyê hem jî emniyetê hatibûn derbkirin.    Ji ber vê şidetê ciwanan li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsan kiribû û polîsan jî giliyê ciwanan kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de dozgeriyê îfadeya ciwanan û polîsan girt. Ciwanan, di îfadeya xwe de gotin polîsan ew îşkence kirine. Polîsan jî got, ciwanan êrîşî wan kiriye.    Lê belê dozgeriyê tenê derbarê 26 ciwanên HDP'î de îdianame amade kir. Dozgeriyê, îdianame bi îdiaya "astengkirina peywirê", "gefxwarina li karmendan û heqareta li karmendan" amade kir.    Dadgeha Cezayê Asliye ya 9'an a Edeneyê îdianame qebûl kir û wç danişîna ewil çend roj şûnde pêk bê.    MA / Hamdûllah Kesen