Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin? 2019-12-20 09:17:24 WAN - 2 sal berê van çaxan ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û şandibûn Stenbolê. Li ser vê malbatan ji bo DNA'yê xwîn dan. Yek ji van kesan jî Arîf Acar e. Acar, got: "Tarîfa vê êşê çi ye, çawa tê tarîfkirin?"  Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û cenazeyê 267 kesan hatibû derxistin û biribûn Saziya Tiba Edlî ya Bedlîsê. Piştî vê çend meh şûnde 5 cenaze radestî malbatan kiribûn. Lê belê 30 malbatên din jî ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Ji van malbatan DNA'ya 10 heban jê li hev derket. Lê belê derketibû holê ku cenaze di Adara 2019'an de li Sariyerê li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin. Piştî encamên DNA'yê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî biryar dabû ku malbat cenazeyên xwe wergirin û malbat ji bo wergirtina cenazeyan çûn Goristana Kîlyosê. Ji 10 cenazeyên hatin wergirtin 8 jê li Bedlîsê, yek jê navçeya Mêrdîn a Nisêbînê û yek jê jî li Êlihê hatin veşartin.    Arîf acar ku cenazeyê kurê wî di nav 252 cenazeyên mayîn de ye, ji bo cenazeyê kurê xwe Lokman Acar (Kendal Saglam) wergire ji bo DNA'yê xwîn daye û saleke li benda encama DNA'yê ye. Acar, got: "Tarîfa vê êşê çi ye, çawa tê tarîfkirin?"    MA JI VÊ ZILMÊ MEZINTIR ZILM HEYE?    Acar, destnîşan kir ku kurê wî di sala 1987'an de tev li PKK'ê bûye û di sala 1993'yan de jî li Hîzanê jiyana xwe ji dest daye û xwest rojek berî rojekê hestiyên kurê xwe wergire. Acar, ji bo derxistina cenazeyan jî anî ziman ku di tu dîn, mezheb û baweriyê de tiştekî wiha tuneye û got: "Em tim diçûn ser gorên zarokên xwe. 2 sal in gora kurê me tuneye. Nêzî salek e me ji bo DNA'yê nimûne daye, lê hîn jî tiştek jê derneketiye. Di salekê de tenê 10 cenaze dan. wekî me gelek malbat li benda cenazeyên xwe ne. Ma mirov cihê gorên zarokên xwe, cihên hestiyên zarokên xwe nizanibin wê çi bikin? Dilê mirov perçe perçe dibe. Ev zilm e. Ji vê zilmê mezintir zilm heye? Eziyetê li dê û bavan dikin. Wekî her kesî dilê min jî diêşe".    Acara, anî ziman ku 2 sal in gora kurê wî vala ye û xwest rojek berî rojekê cenaze bên dayîn. Acar, diyar kir ku heta hestiyên zarokên xwe negirin ew ê bitêkoşin.    MA / Ayşe Surme