Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin 2019-12-20 08:19:12 AMED – Polîsan bi ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn de girt û ew binçav kirin. Li Amedê serê sibê zû gelek polîsan bi ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn de girt. Hat zanîn polîsan bê serûber bi ser malê de girtiye û Buluttekîn li ber çavê zarokên wê li erdê dirêj kirine. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Buluttekîn binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    Di çarçoveya heman operasyonê de hat zanîn ku endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken jî hatiye binçavkirin.