Dayika Taybet bi bîr anîn 2019-12-19 17:03:40 ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan ku dema qedexeya derketina derve ya Silopyayê hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina xwe de hatin bibîranîn. Dayika Taybet Înan ku di 19'ê Kanûna 2015'an de dema qedexeya derketina derve ya Silopyayê hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina xwe de hatin bibîranîn. Ji bo bîranînê, endam û rêvebirên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopya li hev kom bûn û heta mala malbata Înan meşiyan. Malbata Înan heyetê li ber deriyê mala xwe pêşwazî kir.    'EM Ê QET JI BÎR NEKIN'   Di bîranînê de Serokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez axivî û ev tişt got:" Em ê di şexsê Taybet Înan de hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekin û heta dawiyê li wan xwedî derkevin. 7 rojan tenê Dayika Taybet li erdê nema, di heman demê de rûmet û wijdanê mirovan jî li wê kuçeyê ma. Herkes weke terorîst dihat dîtin. Ji zarokên me yên 6 salî bigire heta kalên me yên 70 salî hatin qetilkirin. Em ê wan rojan ji bîr nekin û li bîranînên wan derkevin û bidin jiyandin."   Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dawî bû.