Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye 2019-12-19 15:38:18 AMED – Serokê Baroya Cîhan Aydin da zanîn ku di serdegirtina malan a demên dawî de ferdên malbatan bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin û ev îşkence li ser fermana otorîteya siyasî pêk tê.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Baroya têkildarî kesên di 8-9’ê kanûnê de li gundên navçeyên Peyas, Rezan û Çinarê yên Amedê hatin binçavkirin û işkence li wan hatiye kirin raporek amade kir. ÎHD û Baroyê vê raporê bi civînek çapemeniyê ya li avahiya ÎHD’ê bi raya giştî re parve kir.     ‘ÎŞKENCE DEWAM DIKE’     Di civînê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî û destnîşan kir ku îşkence û muemelaya xerab li welat di nava binpêkirina mafên mirovan de cihek girîng digire û li her cihên di bin çavdêriya dewletê de welatiyên tên binçavkirin û lê tên komkirin hêj îşkence dewam dike. Aydin anî ziman ku di demên dawî de îşkencekirina însanan zêde bûye û got: “Ev îşkencekirin bi ferman û pejirandina otorîteya siyasî pêk tê. Polîs û esker derveyî hiqûqê vê îşkence pêk tînin û li dijî mafên mirovan û demokrasiyê tevdigerin. Ev yek bûye gefxwarina li ser însanan.”    ‘ÎŞKENCE LI HEMÛ FERDÊN MALBATÊ HATIYE KIRIN’    Aydin diyar kir ku roja 8’ê kanûnê M.Ç. û M.Ç. yên li Amedê di serdegirtina mala xwe de hatine binçavkirin, deriyê wan hatine şikandin, li ferdên li malê dane, çêr, heqaret û gef li wan hatine xwarin û îşkence û muameleya xerab li hemû ferdên malbatê hatiye kirin.    ‘BI TAYBETÎ LI CIHÊ PLATÎN TÊ DE YE DANE’   Aydin têkildarî îşkenceya li welatiyan hatiye kirin wiha agahî da: “Elektro şoq dane mexdûr M.Ç. û di dawiya îşkenceyê de milê wî deriziye û bedena wî reş û şîn bûye. Mexdûrê din M.Ç jî berê ji ber qezaya trafîkê deras kiriye di çîmê wî de platin heye. Tevî gotiye ku platin di çîmê wî de hene jî îşkence lê hatiye kirin û piştî îşkenceyê nikaribûye bimeşe. Lêva wî birîndar kirine. Şopa îşkenceyê li ser bedena wî hebûn û laşê wî reş û şîn kirine.”    ‘BI SAETAN ÎŞKENCE HATIYE KIRIN’    Aydin da zanîn ku eskeran di 8’ê kanûnê de bi ser gundên Misêrîkê û Kerrik yên Çinarê ve girtiye û îşkence li gundiyan kirine û ji ber angaşta îşkence li welatiyan hatiye kirin du kesan serî li Şaxa ÎHD’ê daye û wiha got: “Yek ji welatiyên îşkence lê hatiye kirin, ji sedî 50 astengdar bûye. Welatiyê bi navê E.E. yê ku li nava zeviyê xwe bûye hatiye binçavkirin û li gorî beyan û çavdêriya parêzeran bi saetan îşkence lê hatiye kirin.”    ‘DEMILDEST TEDBÎRAN BIGIRIN’    Aydin bang li hikumetê kir ku Tirkiye guh bide peymana navneteweyî ya ku terefê wê ye û got: “Divê demildest dawî li van sûcên dij mirovahiyê were anîn. Lazime sûcdar ji wezîfeya xwe bên girtin û derbarê wan de darizandinek bi bandor were destpêkirin. Di serî de em bang li Serdozgerên Komarê û hemû saziyên bepersên li dijî îşkenceyê derdikevin dikin ku demildest tedbîran pêk bînin.”    PARÊZER YALIN HÛRGULIYÊN RAPORÊ EŞKERE KIR    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin jî rapora îşkenceya li welatiyan hatiye kirin û ku ji aliyê ÎHD’ê û baroyê ve hatiye amadekirin xwend û ji raya giştî re parve kir. Yalçin di raporê de cih dide hûrguliyan.