‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’ 2019-12-19 13:58:21 STENBOL – Serokê Basin Îşê Farûk Eren diyar kir ku ew ê bi rojnameger Azîz Orûç ê hat girtin re di nava piştevaniyê de bin û li dijî zextên ser rojnamegeran banga têkoşîna bi hev re kir. Serokê TGC’ê Turgay Olcayto jî got ew ê ji bo hemû rojnamegerên girtî di nava her cûre hewldanan de bin.  Rojnameger Azîz Orûç ê li Bazîdê ji aliyê dadgehê ve bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Bi girtina Azîz Orûç re di nava 20 rojên dawî de 4 rojnameger hatin girtin. Saziyên rojnamegeriyê bertek nîşanî girtina Azîz Orûç dan.    ‘AZÎZ ORÛÇ ROJNAMEGER E’    Serokê Giştî yê Basin Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Farûk Eren da zanîn ku zext, binçavkirin û girtina li dijî rojnamegeran her diçe zêde dibe û got: “Ev tiştên diqewimin êdî ji aloziyê re rê vedike. Azîz Orûç rojnamegerek tê nasîn e. Ji rojnamegeriyê hat girtin. Rojên ku Azîz Orûç û rojnameger hemû werin berdan ango azad bimînin nêz in û em hêvîdarin dê îro sibê werin berdan.”    Eren anî ziman ku ev demek dirêj e di nava civakê de dubendî çêbûye û wiha got: “Ev dubendî ji bo rojnamegeran jî derbasdar e. Mesela di doza Ozgur Gundemê de hin rêxistinên rojnamegeran beşdar bûn. Hin rêxistin qet ji bo piştevaniyê nehatin. Di darizandina rojnamegeran de rojnamegerên tên dişopînin gelek hindik in. Ya yekemîn ev dubenî gelek xerab e. Divê di hemû dozên rojnamegeran de vê dubendiyê deynin aliyekî û li dijî zextan pêwîste em bi hev re têbikoşin.”    ‘EM Ê DI NAVA HER CÛRE HEWLDANAN DE BIN’    Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) Turgay Olcayto jî diyar kir ku her roja ku diçe zextên li dijî rojnamegeran zêde dibin û wiha got: “Di nava 20 rojên dawî de 4 rojnameger hatin girtin. Êdî liv î welatî di rastiya xwe de nayê hiştin ku rojnamegeriya gerdûnî were kirin. Li gel vê yekê jî em ê li ser pêya bin û li ber xwe bidin. Em ê wek Cemiyetê li gel hevalên xwe yên rojnameger bin û ji bo wan em ê di nava her cûre hewldanan de bin.”    ‘DI DESTÊ ÎQTÎDARÊ DE DEREW Û TUNDÎ TENÊ MAYE’    Nivîskarê Sendika.org’ê Alî Ergîn Demîrhan jî anî ziman ku  ji sala 2015’an ve îqtîdar bi taybetî êriş û zextan li çapemeniyê dike û wiha got: “Di destê îqtîdarê de ji bilî derew û tundiyê tu tiştek din nemaye. Ji bo derewan belav bike û ser heqîqetê bigire zextên li dijî çapemeniyê xistiye dewrê. Medya ji aliyê îqtîdarê ve hat kirîn û wisa radestî xwe kirin. Lê çapemeniya azad ango alternatîf tevî van zehmetiyên fînansê jî bêdeng nabin û li ber xwe didin. Ji bo vê yekê ye îqtîdar rojnamegeran digire û dixwaze wan teslîmî xwe bike. Her çiqas gelek rojnameger girtî bin jî lê gelek rojnamegerên heqîqetê radigihînin û di rojnamegeriyê de israr dikin hene. Girtina rojnamegeran dide xuyakirin ku îqtîdara AKP’ê li dijî heqîqetê ketiye tengaviyê. Em ê piştevaniya ji bo rojnamegerên girtî mezin bikin. Tevî hemû zextan jî wê çapemeniya azad li ber xwe bide. Lazime civak xwedî li rojnamegerên heqîqetê radigihînin derkeve.”    MA / Ferhat Çelîk