Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê 2019-12-19 11:58:49   WAN - Rêveberiya Girtigeha Tipa T a Wanê, berê 5 pirtûkên ku yên nivîskar Orhan Kemal, Ivan Sergeyeviç Turgenyev jî di navde bi nîşeya “Xala qedexe" nexistin girtîgehê. Hefteya borî rêveberiya girtîgehê pirtûka nivîskar Mehmed Uzun jî li lîsteyê zêde kir.    Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê, hefteyên borî bi nîşeya "Xala Qedexe" pirtûkên nivîskar Orhan Kemal a "Sokakların çocuğu", pirtûka Ivan Sergeyeviç Turgenyev a "Avcının notları", pirtûka nivîskar Emine Şenlikoglu a "Ne olur ihanet etme", pirtûka nivîskar Kahraman Tazeoglu a "İntikam" û pirtûka nivîskar Tahir Musa Ceylan a "Diri Aşk" nexistibûn girtîgehê. Rêveberiyê niha jî bi heman hincetê pirtûkên nivîskar Mehmet Uzun nexistin girtîgehê.    Malata Hakan Arslan pirtûkên Mehmed Uzun  a "Ruhun gokkuşagı" û pirtûka Robert Graves a "Tanrı Claudius", pirtûka Henri Laborit a "Evrenin oluşumu" û pirtûka Abdulhalim Şerar a "Alamut Cenneti" şandin. Lê rêveberiyagirtîgehê pirtûk bi hinceta "Xala Qedexe" dîsa paşve şandin.