Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin 2019-12-19 09:11:45 AMED - Îdianameya derbarê polîs A.E. ku Hêlîn Hasret Şen kuştibû, hat îadekirin.  Li navçeya Sûr a Amedê, di 12'ê Cotmeha 2015'an di dema qedexeya derketina derve de polîsê bi navê A.E. ji wesayîta zirxî bera Hêlîn Hasret Şen a 12 salî kiribû û ew kuştibû. Îdianameya ewil a derbarê A.E. hat amadekirin de hat îadekirin.    Buroya Lêpirsînkirina Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê A.E. de îdianameyek amadekiribû. Di îdanameyê de hatibû gotin ku A.E. bi "qesdî" Şen a 12 salî kuştiye. Lê belê bi hincera "şaşiyên di xalên sewqê de" îdianame hat îadekirin.    Dozgeriya Lêpirsînkirina Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdianame di 12'ê Kanûna 2018'an de amade kiribû û di vê îdianameyê de xwestibû cezayê muebeta giran li A.E. bê birîn.    ÇI QEWIMÎBÛ?    Di dema qedexeya derketina derve de, Hêlîn Hasret Şen di 12'ê Cotmeha 2015'an de gava ji bo nan bikire ji mal derdikeve, li Kuçeya Yikikkaya ya Taxa Fatîhê tê kuştin. Piştî mirina Şenê 4 sal şûnde îdianame hat amadekirin. Hîn lêpirsîna derbarê mirina Şenê de dewam dikir, parêzerê malbatê Abdûllah Zeytûn giliyê Wezareta Karên Navxweyî kiribû doza tazmînatê kiribû. Dadgeha Îdare ya 3'yan a Amedê jî xwestibû wezaret 314 hezar TL tazmînat bide malbatê.    MA / Aydın Atay