Jinên Licê kooperatîfek ava kirin 2019-12-19 09:10:20 AMED - Li Licê kooperatîfa jinan hat avakirin. Seroka Kooperatîfê Bedriye Dolak, got ew ê bi piştevanî û alîkariya jinan tişên xweş bikin.  Li navçeya Licê ya Amedê, jinên kedkar li hev kom bûn û kooperatîfek ava kirin. Nêzî 2 meh berê 5 jinên kedkar ji bo avakirina kooperatîfekê tev geriyane. Ji bo kooperatîfê hevdîtin bi jinên li navenda navçeyê û jinên li gundan re çê kirine. Piştî nîqaş û munaqeşeyan kooperatîfek ava kirine.    Ji bo avakirina kooperatîfê, jinan zebze hişkirine, tirşî, rîçal, salçe û qelî çê kirine. Ji bo ev berên jina di bin banê kooperatîfê de bên firotin amadekarî temam bûne û jinan ji bo avakirina kooperatîfê serlêdana xwe pêk aniye.    Wê çend roj şûnde kooperatîf dest bi xebatên xwe bike. Wê di destpêkê de 30 jin lê bixebitin.    Seroka Kooperatîfa Jina ya Licê Bedriye Dolak, da zanîn ku 5 kesan dest bi xebatên kooperatîfê kiriye û piştî 2 mehan wan amadekariyên xwe qedandiye. Dolak, diyar kir ku armanca kooperatîfê ew e ku ji bo jinan qadeke îstihdamê peyda bike û di warê aborî de azad bibin. Dolak, da zanîn ku jinên ku dê di bin banê kooperatîfê de bixebitin hemû jinan kedkar in û yên di nav malê de dixebitin.    ‘EM Ê SEWALVANIYÊ JÎ BIKIN'    Dolak, diyar kir ku pêşî wan bi hişkirina zebze dest bi kar kiriye û ew berên xwe hemûyan ji gundên navçeyê peyda dikin. Dolak, anî ziman ku di avakirina kooperatîfê de keda gelek jinan heye û got: "Di nêz de em û jinên li gundan em ê bên cem hev du û nîqaş bikin ku ka wekî din em ê karibin çi bikin. Li gor biryarên bên girtin em ê tev bigerin û em ê hewl bidin ku aboriya navçeya xwe xurt bikin. Nexasim navçeya me navçeya çandinî û sewalvaniyê ye. Em ê di bin banê kooperatîfê de van tiştan jî bikin".    MA / Semra Tûran