Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin 2019-12-19 09:06:42 ÎZMÎR - Halîl Aydemîr ku di 2'yê Kanûnê de ji Girtîgeha Manîsayê derket, diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî, cezayên hucreyê, jimariya şipyak, hwd. pêk tên û ji bo piştevaniyê gazî kir.  Halîl Aydemîr, di 10'ê Cotmeha 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û wî biribûn Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê. Aydemîr, 2 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma û di 24'ê Cotmehê de hat berdan. Lê paşê cezayê dîsîplînê kirin hincet û dîsa hat girtin. Vê carê Aydemîr di 2'yê Kanûnê de hat berdan. Aydemîr, behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê kirin.    Aydemîr, anî ziman ku gava ewil hatiye girtin îdareya girtîgehê xwestiye wî têxin qawîşa edliyan û got: "Gava çûm sergardiyan ji min re got, 'Li vira du celeb qawîş hene; yek a siyasiyan a din jî ya kesên ne siyasî. Heger tu biçî ya nesiyasiyan, tu yê di du sê mehan de bêyî berdan'. Lê ji ber dosyeya min siyasî ye min xwest ez biçim nav siyasiyan. Piştî vê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Tiştên nexweş gotin; 'Em ji te mestir in, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin. Ji xwe heta hûn dev ji van tiştên xwe yên pîs bernedin hûn ê ji me xelas nebin'".    JIMARIYA ŞIPYAKΠ   Aydemîr, destnîşan kir ku jimariya şipyakî li girtiyan tê ferzkirin û got: "Her roj jimariya şipyakî li girtiyan ferz dikirin. Gava hevalan digot, 'Em bia wayekî normal rûniştîne, hûn dikarin jimariya xwe bikin'. Lê wan her kesî tahm dida û dixwest wan rakin ser piya. Gava me ji wan re digot, 'Hûn karê xwe bikin, em tiştekî nakin'. Wan jî digot, 'Na hûn ê li gor me tev bigerin, hûn mecbûr in'. Gava me ev yek qebûl nedikir em dihatin derbkirin. Ev tişt hîn jî dewam dike. Hin hevalên me hene cezayê wan qediyaye, lê belê ji ber cezayên dîsîplînê înfazên wan tên şewitandin".    KÛRDÎ SÛC E!    Aydemîr, destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê belasebeb dihatin birîn û got: "Hin heval hebûn 100 roj hin heval hebûn 80 roj cezayê hucreyê li wan dihat birîn. Her wiha hevdîtina bi hevalan, bi merivan re dihat astengkirin. Wekî hincet jî digotin, di nameyan de peyvên kurdî hene. Peyveke kurdî jî sûc bû. Mesela, hevalek ji Kerkûkê hatibû. Nêzî 20 meh in girtiye. Navê wî Kurdo Abdûllah e. Çavên wî nabîne û tenê bi kurdî dizane. Di teqînekê de her du çavên wî çûne. Parêzerê wî jî tuneye. Nahêlin malbata xwe bibîne. Gava ew pirtûkan didin, heftê du heban didin. Dibêjin 'em kîjan pirtûkê bidin we hûn ê wan bixwînin'. Kincên bin û goreyên ku malbata me dihanîn nedidan, digotin gere hûn ji kantînê bikirin".    ‘DAXWAZNAMEYÊN JI BO DERBKIRIN Û ÎŞKENCEYÊ NAŞÎNIN'    Her wiha Aydemîr, diyar kir ku daxwaznameyên ji bo binpêkirinên mafan diaşandin îdarey agirtîgehê guh nedida wan û got: "Daxwaznameyên ji bo derbkirin û îşkenceyê nedişandin. Nedihiştin em dozger û sermidûr bibînin. Di hevdîtina dawî de ji me re gotin hûn mafdar in, lê pêkanînên wan dîsa dewam kirin".