ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-19 09:00:38 * Halîl Aydemîr ku di 2'yê Kanûnê de ji Girtîgeha Manîsayê derket, diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî, cezayên hucreyê, jimariya şipyak, hwd. pêk tên û ji bo piştevaniyê gazî kir.  * Li Mêrdînê piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'î hemûyan hatin kirin, heta niha 288 karker ji kar hatine derxistin. Serokê Şaxa Genel-Îşê Rahmî Guneş, anî ziman ku li ser karkeran zext û zorî hene û gef li wan tên xwarin.    * Li Licê kooperatîfa jinan hat avakirin. Seroka Kooperatîfê Bedriye Dolak, got ew ê bi piştevanî û alîkariya jinan tişên xweş bikin.    * Îdianameya derbarê polîs A.E. ku Hêlîn Hasret Şen kuştibû, hat îadekirin.    * Dayik Salîha Altintaş ku piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe Bûrhan Altintaş wergirt, got piştî 25 salan gihaştiye kurê xwe. Ap Alaattîn Altintaş jî got: "Hestiyên zarokên me, mûyek porê wan jî wê bibe paşeroş û çanda têkoşîna me".    * Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, diyar kir ku mafê tedawîkirinê yê girtiyan tê astengkirin û ji ber vê girtî serî li komeleya wan didin. Demîr, anî ziman ku an girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin an jî gava tên kirin muayeneya bikelemçe li wan tê ferzkirin û tehde li wan tê kirin.    * Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Gulîstan Al, ragihand ku gardiyan gefan li wan dixwin û ji wan re dibêjin: "Hûn kî ne? Em ê we geber bikin. Cihê we diyar e, hûn sûcdar in".    * Berdevka Komîsyona Koçberî û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû, ji bo Serokomar Erdogan ku di Forûma Penaberan a Kûrewî de di mijara penaberan de dewletan rexne kiribû û gotibû dane dû raneteke siyasî, got: "Erdogan, aqlê xwe daye der".    * Li Amedê polîsan ji bo du birayan avêtibû ser malekê û di avêtina ser malê de ferdên malbatê hemû hatibûn îşkencekirin. OHD'ê ji bo îşkence û muameleya xirab giliyê polîsan kir.    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê, dê têkildarî serdegirtina gund a eskeran ku di 8-9'ê Kanûnê de li Gundên Çinarê welatî binçav kirin û îşkence li wan kir, li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Danişîna doza Dayikên Aştiyê yên li pêş Girtîgeha Bakirkoyê bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakî li dar xistibûn û doz li wan hatibû vekirin, dê li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê beriya 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ya Giştî "Konferansa Bajar a Amedê" pêk bîne. (10.00-17.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê têkildarî operasyona di 19'ê Kanûnê de li dijî girtîyan pêk hat, li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)    * Endam û rêveberên Şaxa SES'ê ya Şîşlî ya Stenbolê bi boneya daxwaza Midûriyeta Tenduristiyê ya standarta cil û bergan şermezar bikin dê li pêş Nexweşxaneya Hamidiye Etfal ya Şîşliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Şaxên ÎHD'ê yên Enqere û Îzmirê dê bi minasebeta salvegera operasyona 19'ê Kanûnê ya li dijî girtiyan, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12:30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di çarçoveya “Roja Têkoşîn û Piştevaniya ji bo Mafên Mirovên li Girtîgehê" li pêş Girtîgeha Umraniyeyê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û balê bikişînin ser operasyona 19-22'ê Kanûna 2000'an a li dijî girtiyan. (13.00)