2 hevşaredar hatin girtin 2019-12-18 21:41:40       MÛŞ –  Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gimgimê Mahmût Yalçin û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk ku duh hatibûn binçavkirin bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî hatin girtin.    Duh Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû, Hevşaredarên Gimgimê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk hatibûn binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Ji hevşaredarên hatin binçavkirin Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gimgimê Mahmût Yalçin û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî hatin girtin.    Şaredar bi "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin û girtin û wn birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.