4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê 2019-12-18 18:42:55   MÊRDÎN - Duh li çoltara navbera Dêrik û Şemrexê operasyon hatibû li dar xistin. Hat diyar kirin ku piştî operasyonê 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Walîtiya Mêrdînê duh li 2 gundên navçeya Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê qedexeya derkedtina kolanan îlan kiribû. Walîtiyê li Gunde Şêbê yê Şemrexê û Gundê Şêb a Jêr a Derikê qedexeya kolanan îlan kiribû. Piştî îlankirina qedexeya gundan û operasyonê hat diyar kirin ku 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê û tê gotin ku cenaze aydî endamên HGP'ê ne.