Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin 2019-12-18 14:28:33   ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr mijarên di rojevê de nirxand û da zanîn ku çawa ku kujerên komkujiya Srebrenitsa hatin darizandin, dê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn jî dê werin darizandin.”    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijdarên di rojevê de nirxand.    Taşdemîr da zanîn ku salvegera koça dawî ya hunermenda kurd Eyşe Şan e û got: “Tevahiya jiyana wê di têkoşînê de derbas bû. Li aliyekî li dijî pergala serdest a zilam û li aliyekî jî li dijî pişaftinê têkoşiya. Gelek berhemên giranbûha li pey xwe hişt. Îro salvegera 23’yemîn a koça wê dawî ye. Em carek din wê bibîr tînin.”    ‘HOVÎTÎ Û BÊHIQÛQÎ PÊK HAT’    Taşdemîr têkildarî salvegera qedexeyên derketin derve yên li bajarên herêmê wiha got: “Di 16’ê tebaxa 2015an de li Gimgima Mûşê Ekîn Wan hat înfazkirin û dorpêça bi teşhîrkirina bedena wê dest pê kir. Di qedexeyên derketina derve de hovîtî û bêhiqûqî pêk hat. Ji pitikên sê mehî heta kal û pîrên 80 salî bi sedan însan hatin qetilkirin. Bi deh hezaran însan ji warê xwe bûn û ketin ser rêya koçberiyê. Hêj malbat li cenazeyên xwe digerin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Em hemû şahidên wê demê ne û di bîra me de ye.”    ‘PALAN TUNEKIRINA KURDAN DI ROJEVÊ DE YE’    Taşdemîr diyar kir ku ew li benda saziyên navnetewî ne ku qewimandinên di serdema qedexeyên derketin derve de pêk hatin derxin holê û got: “Çawa ku komkujiyên li Guernica, Srebrenitsa û Darfur di bîra mirovahiyê de hatine lanetkirin û her çiqas demek dirêj di ser de derba bûbe jî kujerên wê hatine darizandin, dê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn jî dê werin darizandin.”    Taşdemîr anî ziman ku piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a di 30’yê 2014an de biryara Plana Têkbirinê xistin dewrê hêj di meriyetê de ye û ji wê rojê ve tunekirina îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd di rojevê û dewrê de ye.    Taşdemîr di dewama axaftina xwe de bal kişand hovîtiya li ser gelê kurd pêk tê û têkoşînan û berxwedana li dijî tayînkirina qeyûman û têkoşîna jinan û got dê gelê kurd tu carî serê xwe netewîne.