Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin 2017-12-08 16:07:09 AMED  - Sekreterê Baroya Amedê Mahsun Bati, di çalakiya ji bo Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin de axivî û diyar kir ku têkoşîna mafê mirovan a Tahîr Elçî, li hafizeya civakê hat kolandin û got: "Em bang li hemû kesê dikin ku beşdarî çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan bibin."   Baroya Amedê, bi daxwaza kujerên Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin, lêpirsîına dosyayê bi lez û bi bandor bê birêve birin, di hefteya 104’emîn de li ber Edliya Amedê çalakî li darxistin.  Gelek parêzer, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî û  endamên Înisiyatîfê tevli çakakiyê bûn. Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Parêzer Mahsun Bati di çalakiyê de axivî  û wiha got: “Hemû kesên di 2’yemîn salvegera qetilkirina Elçî de piştgirî dan me û em bi tenê nehiştin em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Hefteya pêşiya me, Hefteya Mafê Mirovane. Têkoşîna Tahir Elçî ya ji bo mafê mirovan da, di hafizeya civakê de hat kulandin. Ji ber vê yekê me   minetdarên wîne.”    'DÊ DI ÇEWHERÊ HEMÛ AXAFTINÊN ME DE DÊ TAHIR ELÇÎ HEBE'   Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî, diyar kir ku ew parêzvanê mafê mirovan Elçî bi mînekdarî bibîr tînin û wiha got: “Em ê tu carî Tahîr Elçî ji bîr  nekin. Heya ku kujerên Tahîr Elçî neyên dîtin em ê piştgiriyê bidin têkoşîna bi rûmeta a Baroya Amedê. Emê li gel wan cih birin û gel wane jî.”   Pîştî daxuyanê 5 deqe çalakiya rûniştinê pek hat.