Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin 2019-12-18 12:15:06   WAN – Li Wanê di xwepêşandana li dijî tayînkirina qeyûman de polîsan îşkence li nexweşê şîzofren Firat Koç kiribû. Nasnameya 3 polîsên tundî kiribûn eşkere bû. Hat zanîn ku Walîtiya Wanê derbarê 3 polîsan de lêpirsîna îdarî daye destpêkirin.    Li Wanê di 21’ê tebaxê xelkê li dijî tayînkirina qeyûm xwepêşandan li dar xistibû. Polîsan mudaxeleyî xwepêşanderan kiribû. Di vê navberê de polîsan li qahweyekê bi kaskê, cop û pihînan li nexweşê şîzofren Firat Koç dabû û dîmenê wê îşkenceyê sosretiyê bi xwe re anî bû. Polîsan li ber çavê gelek welatiyan îşkenceyê li Koç kiribû. Firat Koç giliyê polîsan kir û bi ser vê gilîkirinê re 4 meh derbas bûn. Baroya Wanê û parêzeran têkildarî wê îşkenceya li Koç hatibû kirin serî li Serdozgeriya Wanê dabûn. Dozgeriyê ji Walîtiya Wanê re nivîs şand û xwest ew polîs werin tespîtkirin .   Walîtiyê piştî 4 mehan bersiv da nivîsa dozgeriyê. Walîtiyê ragihand ku nasnameya 3 polîsên tev li bûyerê bûne zelal kiriye û derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin. Vê lêpirsîna îdarê demek beriya niha hatiye destpêkirin. Piştî ku ev lêpirsîn temam bibe nayê zanîn ku dê ev lêpirsîna derbarê polîsan veguhere dozê an jî na.