Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê 2019-12-18 12:02:49   MÛŞ - Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca û Hevşaredarê Gumgumê Mahmût Yalçin ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Li Mûşê, duh serê sibehê bi ser malên Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû û Hevşaredarên Gumgumê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan de hatibû girtin û hatibûn binçavkirin. Îro li gel ku lêpirsînên wan ên li emniyetê bi dawî nebûbûn qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin.    Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca û Hevşaredarê Gumgumê Mahmût Yalçin, piştî ku îfadeyên wan ên li emniyetê bi dawî bûn, sewqî edliyeyê hatin kirin.     Hat hînbûn îfadeyên hevşaredarên din ên di bin çavan de hê jî didome.