Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn 2019-12-18 11:29:41 STENBOL - Parêzerên Ocalan diyar kirin ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Parêzerên Ocalan, anîn ziman ku ceza tê veşartin û naveroka wê nizanin.   Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê bi sedan caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane. Lê serlêdanên parêz û malbatan ên ji bo hevdîtinên Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li heman girtîgehê ne bi kêfî tên astengkirin. Li gorî agahiyeke nû li çar girtiyên li Îmraliyê cezayên dîsîplînê hatine birîn. Di 21'ê Cotmehê de li Ocalan û sê girtiyan cezayê dîsîplînê hate birîn. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku di 10'ê Tîrmehê de rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li Ocalan û girtiyên li Îmraliyê birîbû. Bîlmez ragihand, piştî ku ev ceza bi dawî bû di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê li wan hate birîn.   Bîlmez, anî ziman ku ji bilî Ocalan girtiyên din hemûyan îtiraz li cezayê dîsîplînê kir. Bîlmez wiha got: "Ji ber ku Birêz Ocalan dibîne ku ev cezayên dîsîplînê helwesteke siyasî ye, wî jî helwesteke siyasî nîşan da û îtirazê li cezayan nake." Bîlmez anî ziman ku di 29'ê Mijdarê de ew bi cezayê dîsîplînê yê dawî hesiyan û ragihand, ku ji bo Ocalan û muwekÎlên wan ên din ên li Îmraliyê îtiraz kirine, lê belê îtiraza wan hatiye redkirin.  Bîlmez destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê yên li muwekîlên wan tên birîn demeke dirêj bi zanebûn ji wan tên veşartin û ji ber vê yekê ew bi naveroka wan nizanin. Bîlmez ragihand, cezayên dîsîplînê yên ji bo malbatan hatin birîn ji aliyê hiqûqî ve li pêşiya hevdîtina parêzeran ne asteng in û got, "Muwekîlên me yên cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn tenê nikarin malbatên xwe bibînin, ceza ne li dijî hevdîtina bi parêzeran re ne."   Parêzerên Ocalan piştî 8 salan herî dawî di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Girtiyên siyasî Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş, Hamili Yildirim  ên wekî sekreterya çûbûn Îmraliyê jî piştî 2015'an di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatan re hevdîtin kirin.    MA / Erdogan Alayumat