7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin 2019-12-18 11:28:36   AMED – Danişîna doza 7 rojnamegerên bi angaşta Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl kirine hedef hat dîtin. Dadgeha biryara berata 7 rojnamegeran da.    Di serdema qedexeya derketina navçeya Sûrê ya Amedê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin bi sernavê “Navê li ser dorpêçkirinê ‘Bayrak 12’ Mûsa Çîtîl” nûçeyek weşandibû. Bi hênceta rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirine doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê ya 7 rojnamegeran li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê derbarê 7 rojnamegeran de biryara beratê da.