Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin 2017-12-08 15:58:18 WAN - Şaxa SES'ê ya Wanê têkildarî pêşnûmeya budçeya 2018'an ku ji şer re hatiye qetandin civina çapemeniyê pêk anî. Rêveberên SES'ê diyar kirin ku ew vê budceya şer qebûl nakin.  Şaxa SES'ê ya Wanê, bi armanca balê bikişînin ser pêşnûmeya budçeya şer a ku binin rojeva meclîsa Tirkiye li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Wanê Sezer Orenç, diyar kir ku wekî salên borî îsal jî dîsa bersîv nadin daxwazên gel ên tenduristî, ewlehî û civakî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di 15 salan de bi budceya ku ji bac û pereyê gel kom kiriye pêşkêşî lêçûna şer dikin. Îktîdara AKP'ê dîsa ji bo berjewendiyên xwe yên û siyasî û birdozî bi serê xwe biryar dide ku wî pereyî çawa û li ku xerç bike.    BAC NABE XIZMET Û VENAGERE   Orenç, anî ziman ku di budceya 2018'an de bêedaletî heye û baca ku ji gel tê komkirin dîsa wekî xizmet li gel venagere û wiha got: "AKP baca ku ji bo budceyê kom dike ji bo rejîma xwe xurt bike dixebitîne. AKP bi şer û rantê dixwaze civakê paşve bixe. AKP bi baca gel bêtir li ser gel mîjokerî û xwînmijiyê dike. Lêçûna xizmetên tenduristiyê di sala 2009'an de 28,8 milyar TL bû. di sala 2016'an de bû 68 milyar TL. Piştî bernameya veguhestina tenduristiyê dest pê kir serledan zêde bûn. Di sala 2009'an de 245,9 milyon kesan serî li nexweşxaneyan dan. Lê di sala 2016'an de 490 milyon kesan serlêdan kir. Nexweşxane kirine qada bazirganiyê. Her nexweşek di 3 deqîqeyan de tê dermankirin. Di bin guhertina reformê de nexweşxane kirin bazirganî û nexweş kirin muşterî.    Li Tirkiye 711 nexweşxaneyên cemaweriyê hene. 560 nexweşxaneyên taybet hene. Dîsa 70 nexweşxaneyên zanîngehan hene. di sala 2002’an de hêmara nexweşxaneyên taybet 271 heb bûn û piştî 2017'an gihişt 560 nexweşxaneyan.    Ji bo sala 2018'an Wezareta Tenduristiyê û girêdayî saziyên wê bi giştî 37 milyar û 571 milyon û 386 hezar TL’ budçe hatiye veqetandin.  Butçeya şer bi qasî 44,6 milyar TL ji budceya tenduristiyê zêdetir e.    SES'ê xwest êdî budceya tenduristiyê têxe destê kedkar, karker û kesên pêdiviya wan pê heye. Divê lêçûnê li gorî pêvivî û hewcedariyê civakê bê cudakirin û xerçkirin. Divê ewlehiya karker, kedkar û civakê esas bê girtin. Divê bacê ji karker û kedkaran tê stendin bê kêmkirin. Divê tazmînata kdeme bê rakirin. Divê dawî li karkerên pale û hemal bînin. Dest ji karkerên bikê berdin.  Divê zamê ceyran û gaza xwezayî paşve bikişînin. Divê faîza kedkar û karkerên ku di bin deynan de maye bê betalkirin.  Divê xizmeta tenduristî wekî xezmeta civakî bê dayîn. Divê bêyî cudahiyê têxe navberê xizmeta bê pere ya tenduristiyê bê dayin.  Divê cudahî nexin nava reng, bawerî, ziman û nîjadan.   Divê bi lezgîn Wezareta Jinê bê avakirin.    Li cihê nifîsaı wê 50 hezar e divê herî kêm stargegehek jinan bê avakirin. Divê li gorî wekheviya zayendî butçe bê avakirin. divê hemû mafê kedkarên jin bê parastin û bê dayîn. Divê li malên aramiyê, malên stargehê û navendên piştevaniya zarokan, divê li ser bingeha ku cudahiyê naxin nava zeyendan feraset pêş bikeve.