Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e 2019-12-18 10:44:18 STENBOL - Girtiya demê Hacer Arikan, Komkujiya 19'ê Kanûnê ku navê "Vegera li Jiyanê" lê hatibû kirin vegot û ev tişt anî ziman: "Dema ku em li rewşa niha binêrin, roja me ya îro ji min re hê bi xoftir tê. Polîtîkayên tecrît û îzolasyonê ku hat xwestin bi komkujiyê bikevin meriyetê, niha pêk tên."    Di 19'ê Kanûna 2000'an de bi navê "Vegera li Jiyanê" bi ser 20 girtîgehên ku dihat xwestin bikin girtîgehên tîpa F de hat girtin. Di encama operasyona ku ji aliyê koalîsyona Partiya Demokratîk Sol (DSP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya Anavatanê (ANAP) vê hatibû kirin de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan girtî jî bi birîndarî hatibûn rizgarkirin. Hacer Arikan ku dêmê li Girtîgeha Bayrampaşayê girtî bû, Munevvet Kuçuk ku wê demê li Girtîgeha Ûşakê girtî bû û xwişka girtî Sadik Akyuz ku wê demê birîndar rizgar bûbû Aygul Akyuz qala wê demê kirin.    'ROJA ME HÊ BI XOFTIR E'   Hacer Arikan, bi bîr xist ku wê demê li dijî girtîgehên bi tîpên hucre, tecrît û îzolasyonê têkoşiyane û wiha got: "Dema ku em li rewşa niha binêrin, roja me ya îro ji min re hê bi xoftir tê. Polîtîkayên tecrît û îzolasyonê ku hat xwestin bi Komkujiya 19'ê Kanûnê bikevin meriyetê, niha pêk tên. Dewlet tişta ku bi êrîşê armanc kir, negihîştê. Mirov hê jî li girtîgehan li ber xwe didin. Tiştên ku wê demê dixwestin li girtiyan ferz bikin niha dixwazin li tevahiya civakê ferz bikin. Lê wê di vê mijarê de bi sernekevin. Dibe ku bi ser 19'ê Kanûnê de sal derbas bûbûn lê wê hêvî û piştevanî mirovahiya me li ser piya bihêle."   'BI ÇEKAN KETIN HUNDIR'    Munevvet Kuçuk, diyar kir ku dema ku dayikeke kurd rabûye paşîvê û li ser nexebitandina tûpan fêm kirine ku dê operasyon pêk were û ev tişt anî ziman: "Em rabûn, me dît ku bi çekên lûledirêj ketin hundir. Em kesên ku di rojiya mirinê de bûn, me hewl da barîkat ava bikin. Lê barîkata me derbas kirin. Me derb û îşkence kirin. Me bi saetan li li cihê bêhnvedanê hiştin. Dema me birin kogûşên 6*8 kesî, îşkence li me kirin. Me di lêgerînin tazî û lêgerîna makatê re derbas kirin. Li gel ku li ser me heste hebûn jî me kirin kogûşan. Paşê hevalên me bi wan hesteyan agir berî xwe dan."   'DÛMAN JI GIRTÎGEHÊ BILIND DIBÛ'   Xwişka girtî Sadik Akyuz ku wê demê birîndar rizgar bûbû Aygul Akyuz jî destnîşan kir ku roja operasyonê berî ku malbata wê bigihîje girtîgehê hatibûye binçavkirin û wiha got: "Dûman ji girtîgehê bilind dibû. Cenaze û birîndaran ji hundir derdixistin. Wê demê me ji televîzyonan operasyonê dişopand. Me çavên xwe li Sadik digerand. Herî dawî dayik û bavê min digotin heke kurê me miribe em cenazeyê wî bigirin. Paşê me dît ku birayê min ji wesayîteke rîngê pêya dikin. Di hevdîtina destpêkê ya piştî operasyonê de gardiyanan satilek av di serê birayê min rêjandibûn û anîbûn pêşiya me. Birayê min ki me re got ku bi çêkan êrîşî wan kirine û xwestine wan bikujin."   ÇI BÛBÛ?     Di 20'ê Cotmeha 2000'an de li dijî pergala tîpa F a girtîgehan, bi sedan girtiyên siyasî bi 19 daxwazan ketibûn greva birçîbûnê. Di 19'ê Kanûnê de bi hinceta ku rojiya mirinê bi dawî bikin, bi ser 20 girtîgehan de hat girtin û komkujiyek bi navê "Vegera li Jiyanê" pêk hat.    Di operasyonê de çekên giran, madeyên kîmyewî yên bi şewat ku hê jî nayê zanîn çi bûn, makîneyên kar, helîkopter û bombeyên gazê hatin bikaranîn. Bi sedan leşker, polis, gardiyan û kontrgerîlla tevli operasyonê bûn û 30 girtiyî qetil kirin û bi sedan jî girtî birîndar kirin.    Di encama rojiya mirinê û operasyonê de 122 girtiyan jiyana xwe ji dest da û di seriya 500 girtiyî de jî birîndar bûn.    MA / Tolga Guney – Bîlge Çevîk