Qeyûm tayînî şaredariyên Gimgim, Kop û Lîzê hatin kirin 2019-12-18 09:29:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir hevşaredarên HDP’ê yên Gimgim, Kop û bajarokê Lîzê ji wezîfeyê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir.     Hevşaredarên HDP'î yên navçeya Kop, Gimgim û bajaroka Lîzê ya navçeya Kopê ya Mûşê duh hatin binçavkirin. Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçu û Hevşaredarê Lîzê Dilaver Keskîn, piştî hatin binçavkirin Wezareta Karên Hundir bêyî li benda biryara dadgehê raweste, bi lez û bez hevşaredar ji peywirê dûr xistin. Wezaretê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" hevşaredar ji peyvirê girt û qeymeqamê navçeyan wek qeyûm tayînî şûna wan kir.    Wezareta Karên Hundir duh jî Hevşaredarê CHP'ê yê Navçeya Urla Îbrahim Burak Oguz jî bi îdîaya "endamê FETO ye" ji peyvirê girtibû û qeyûm tayînî şûna wî kir.